​​​​​​​Rêveberiya Xweser ji bo krîza aborî, komîteyek pisporên aboriyê ava kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyeke ji pisporên aboriyê û rêveberan ava kir. Da ku ji krîza aborî re bibin bersiv.

 Sûriye di krîzek aborî re derbas dibe. Ev kriz bandorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dijwar bûye. Di demên dawîn de lîreya Sûriyê beramberî dolar daket. Lewma hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 20’ê Çileyê de bi armanca çareseriya aloziya aborî, civînek berfireh ji buro, komîte û desteyên aborî yên Rêveberiya Xweser re li dar xist. 

Di encama civîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek biryarên piştgiriya madeyên girîng ên wekî nan, sotemanî, kehrebe, birinc, şekir, çayê, zeyt, sire zarokan, hesin komîteyek biçûk ji pisporên aborî ava kir.

Şêniyên kantona Qamişlo gavavêtinên Rêveberiya Xweser erênî nirxandin û hêviya piştgiriya welatiyan kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê Talat Yunis axivî û got: “Aloziya aborî rasterat bi daketina lîreya Sûriyê beramberî dolarê amrîkî ve girêdayî ye. Her wiha bi hilweşandina binsesaziya pîşesazî û aboriya Sûriyê ve girêdayî, anku wekî rewşa herêma Helebê di van salên dawîn de. Ta ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aloziya aborî re bandor nebin û yekser bandorê li debara weliyê Sûriyê neke. Rêveberiya Xweser bi pisporên aborî re civiyan û derbarê hin xalên çareseriya aloziya aborî re Ii hev kirin.”

Yunis axaftina xwe wiha axivî: “Ji destpêkê ve Rêveberiya Xweser piştgiriya madeyên sereke yên wekî, kehrebe û sotemaniyê dike. Li gorî derencamên civîna Rêveberiyê dê madeyên wekî, şekir, çayê, zeyt, şirê zarokan û birinc bi pereyekî kêm werin dabînkirin. Komîteya şopandina zimhêrê, da ku rê li pêşiya keysbazkirina bazarê bigire. Nexasim ji aliyê bazgirganên sermeyadar zêdetir karê xwe bike. Li gel vê yekê rêveberiyê derbarê şopandina komîteya zimhêrê de gelek biryarên nû standine.”

Yunis têkildarî avakirina komîteya pisporên aborî wiha axivî: “Komîte ji pisporên aborî û rêveberan hatiye avakirin. Da ku bergiriyên pêwîst ên çareseriya aloziya aborî bistînin. Li gel vê yekê ji bo pêşî li aloziya aborî bigirin, dê pêşniyarên xwe pêşkêşî Rêveberiya Xweser bikin û li gorî wê Rêveberiya Xweser jî kar û xebatê bike. Li ser vî esasî di demeke nêz de dê komîte dest bi kar û xebata xwe bike.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê Talat Yunis bal kişand ser pêşxistina aboriya civakî û piştgiriya ji qadên çandiyê û pîşesaziyê re.

(eh)

ANHA


Mijarên Din