Rêveberiya Xweser ji bo sererastkirina binesaziya Dêrazorê dixebite

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir ku ew bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo sererastkirina binesazî û peydakirina pêdiviyên şêniyên gundewarên Dêrazorê yên ku nû hatine rizgarkirin, dixebitin. Her wiha bal kişand ser ku miqdara alîkariyan ku ji kampa Holê re têne pêşkêşkirin, ne li gorî hejmara zêde ya koçberan e.

Binesaziya herêmên ku DAIŞ`ê dagir kiribû, bi taybet gundewarên Dêrazorê di encama binpêkirinan de wêran bûye û ji xizmetê derketiye. Her wiha herêmê para xwe ji operasyonên rizgarkirinê yên QSD`ê û Koalîsyona Navdewletî jî girt.

Di encamê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo desteka wan herêman gelek girtek girtin. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamêd El-Mihbaş di hevpeyvîneke li gel ajansa me de diyar kir ku rêveberiyê beriya serkeftina QSD`ê, bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê ji bo sererastkirina binesaziya herêmên ku nû hatine rizgarkirin, bername û plansazî danîne.

QSD`ê di 23`yê Adara 2019`an de têkçûna DAIŞ`ê ragihand.

El-Mihbaş diyar kir ku Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser rêzecivînên girêdayî xebatên xizmetguzariyê yên ku pêwîst e li herêmên mîna Hecîn, Sûse, Şefa û Baxozê ku hîna rizgar nebûbûn pêk werin, bi rûspiyên êlên Dêrazorê, Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û desteyên girêdayî xebatên xizmetguzarî, tenduristî, rêveberiyên herêmî û şaredarî, aborî, çandinî û perwerdeyê li dar xistine.

El-Mihbaş diyar kir ku wan di civînan de ji komîteyên têkildar xwestiye ku bi lez projeyên xwe amade bikin da ku piştî ragihandina serkeftinê mudaxele bikin. El-Mihbaş got dê karên peydakirina ava vexwarinê, nuqteyên tenduristiyê, amadekirina firinan, projeyên avdanê, rakirina bermahiyên şer ji herêmê û amadekirina dibistanan bikin.

El-Mihbaş tekez kir ku Rêveberiya Xweser di vî warî de û piştî amadekirina komîteyên pispor lêçûnên projeyan, miqdara pere ya pêwîst hemû daye Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê. El-Mihbaş destnîşan kir ku Rêveberioya Xweser wek destek ew pere pêşkêşî Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê kiriye û nakeve budçeya ku Rêveberiya Xweser ji meclisê re diyar kiriye. El-Mihbaş soza pêkanîna wan projeyan di demeke nêz de da.

Her wiha El-Mihbaş wiha got: “Miqdara alîkariyan ku ji kampa Holê re tê pêşkêşkirin, ew alîkarî nagihîje asta ku tê xwestin û pêdiviyên koçberan yên bingehîn peyda nake. Koçberên kampa Holê ya ku hejmara niştecihên wê 72 hezar derbas kiriye, bi hewcedariya alîkariyên tenduristiyê û xwarinê ne.

Di dawiyê de El-Mihbaş got: "Divê civaka navdewletî alîkariya Rêveberiya Xweser bike da ku rêveberî karibe pêwîstiyên koçberan peyda bike û bi erkên xwe rabe."

(şx)

ANHA


Mijarên Din