Rêveberiya Xweser ji bo vemirandina şewatan banga lezgîn kir

Rêveberiya Xweser bang li welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku destê alîkariyê bidin tîmên agirkujiyê û şewatên bi zeviyên herêma Tirbespiyê ketine vemirînin. Rêveberiyê welatî hişyar kirin ku dibe agir bigihîje dezgehên petrolê.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo hemû welatî û gelên me li Bakur û Rojhialtê Sûriyê, bi taybet welatiyên herêmên Cizîrê, bila her kes seferber be, amade be û piştgiriya aliyên têkildar bike da ku şewatên bi zeviyên genim û ceh yên herêmên Rêveberiya Xweser ketine, vemirînin.

Şewat niha bi zeviyên herêmên Tirbespiyê û Girkê Legê ketiye û tirs heye ku şewat bigihîje dezgehên petrolê.”

Li herêma Tirbespiyê agir bi zeviyan ketiye û tîmên agirkujiyê û welatiyên herêmê hewl didin vemirînin.

ANHA


Mijarên Din