Rêveberiya Xweser: Koma yekemîn a koçberan dê sibê vegere

Rêveberiya Xweser civînek li dar xist û destnîşan kir ku koma yekemîn a koçberan dê sibê ji kampa Holê derkeve.

Civîn li Navenda Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi beşdariya hevseroka MSD`ê Emîna Omer, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebd Hemed El-Mihbaş, cîgira serokatiyê Emîna Osê, hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Bêrîvan Hesen, hevseroka Desteya Jinan Cîhan Xidiro, şêx û rûspiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyî Sûriyê hate lidarxistin.

Hevserokê Meclisa Rêveber El-Mihbaş di civînê de axivî û got derxistina jin û zarokên li kampê dimînin, li ser banga şêx û rûspiyên eşîran e, di komxebata li Eyn Îsayê ya 3`yê meha Gulanê de biryara wê hatibû dayîn.

El-Mihbaş di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku pêşekî ji jinên ku ji herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser in, divê xwedî belge bin û li ser vî esasî şêx û rûspiyên eşîran wan mîsoger bikin.

Hevseroka MSD`ê Emîna Omer jî axivî û wiha got: “Di xwezaya civaka eşîran de nabe jin di kampan de bimînin. Ev însiyatîf jî însiyatîfeke baş e ku di van rojên pîroz de wan ji kampê derxin.”

Emîna Omer bal kişand ser ku divê zarok li deverên aram ku ew jî dibistan in, bi cih bibin û awayê debarê ji wan re were peydakirin da ku jiyaneke birûmet derbas bikin.

Sibe koma yekemîn ku ji 800 jin û zarokan pêk tê ku ji bajarên Reqa û Tebqayê ne, dê ji kampa Holê  derkeve.

(eh)

ANHA


Mijarên Din