Rêveberiya Xweser komîteyek ji bo nirxandina rewşa girtiyên gel xwe ava kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civînekê, komîteyek ji bo şopandina rewşa girtiyên ku destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ye ava kir. Her wiha saetên kar di meha Remezanê de diyar kir û xwest ku lîsteyek bi batlaneyên fermî were amadekirin da ku pêşkêşî Meclisa Giştî bike.

Civîn li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsayê bi tevlibûna hevseroka MSD`ê Emîne Umer, seroka Meclisa Rêveber a MSD`ê Ilham Ehmed, hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebid El-Mihbaş û hevserokatiyên meclisên rêveber ên 7 rêveberiyan lidar ket.

Di destpêka civînê de rewşa xizmetguzariyê ya 7 rêveberiyan, pirsgirêk û astengiyên kar hatin nîşqaşkirin. Her wiha gelek pêşniyar ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêşkêşkirina miqdara herî mezin a xizmetkirina şêniyan re, hatin pêşkêşkirin.

Piştî wê daxwazên êlên herêmê di Komxebata Êlên Sûriyê de ya ku li Eyn Îsayê di 3`yê Gulanê de lidar ket, hatin nirxandin. Herî girîng şopandina rewşa girtiyên li gel rêveberiyê û efûkirina girtiyên ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ye.

Li ser daxwazên êlên herêmê Meclisa Rêveber di civînê de komîteyek ji bo şopandina rewşa girtiyan ku ji endamên Meclisa Rêveber, Meclisa Edaletê û Desteya Hundirîn pêk tê, ava kir.

Ji aliyekî din ve bi rasthatina meha Remezanê re, Meclisa Rêveber di civînê de saetên kar li tevahiya rêveberî û saziyên girêdayî wê bi 6 saetan diyar kir. Yanî ji saet 8:00`an heya saet 14.00’an.

Her wiha Meclisa Rêveber ji beşdarên civînê xwest ku lîsteyekê girêdayî cejn, bone û şahiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bikin. Da ku wek rojên batlaneyên fermî diyar bikin, piştî erêkirina Meclisa Giştî.

Meclisê pêwîstiya pêkanîna qanûnên Rêveberiya Xweser jê qanûna baceyan û yekkirina wê di navbera tevahiya rêveberiyan de teqez kir.

Rêveberiya Xweser di dîroka 2`yê Adarê de li ser daxwazên şêx û rûspiyên êlên herêmê 283 girtiyên ku isbat bû destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ye efû kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din