Rêveberiya Xweser komîteyeke nû ava kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civînekê komîteya hûnandina rêziknameyeke yekbûyî ji bo peywendî û  postxaneyan ava kir.

Civîn li navenda desteyên rêveberiyê ya li navçeya Eyn Îsa bi beşdarbûna Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û cîgira Hevseroka Meclisê Elizebêt Gewriyê û hevserokên Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barodo û Emel El-Xizêm, her wiha nûnerên ji hemû komîteyên peywendî û postxaneyan ên her hefet di rêveberiyên xwesr û sivîl de, hate lidarxistin.

Di civînê de xebatên her hefet komîteyên peywendî û postxaneyan û astengiyên li pêşiya kar derketin hatin nirxnadin û pêşniyar hatin kirin.

Piştre komîteyek ji 7 kesan hate avakirin.  Erka vê komîteyê li ser xebatên hunandina rêziknameya yekbûyî ya Komîteya Postxane û Peywendiyan bisekine.

Bi erêkirina piraniya beşdaran, hemû komîteyên peywendî dê girêdayî Desteya Aborî û Çandinî bin, armanca vê yekê hesankirin û koordînekirina kar di navbera hemû komîteyan de.

Di dawiya civînê de li ser çawaniya kar di navbera van komîteyan de hate vegotin.

Girêdayî Desteya Aborî û Çandinî 5 komîte hene "Pîşesazî, peywendî, enerjî, çandinî û avdanê".

ANHA


Mijarên Din