Rêveberiya Xweser: Lehengiya şehîdan rêya parastina projeya demokratîk e

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, lehengiya şehîdan rêya ber bi parastina projeya demokratîk e û destnîşan kir ku bi yekbûna xwînê ku li ser xakê welêt kete nava hev, hîna bêhitir yekbûna gelan û hevgirtina wê ava kir.

Bi boneya 18`ê Gulanê Roja Şehîdan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek parve kir û şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Deskeftiyên ku gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidest xist û hewldanên wê ber bi guhertina demokratîk bi rêya projeyên xwe di nûnertiya Rêveberiya Xweser de her wiha tekoşîna hêzên leşkerî di bin banê QSD`ê îro li ser rûyê erdê îsbat kir, ev destkeftî bi saya pêkhateyên gelê me ji Ereb, Kurd, Suryan, Aşûr, Ermen, Çerkes û Tirkmen ku xwîna wan di oxira parastina wî welatî de tevlihev bûye  hatin qezenckirin. Her wiha tekoşîna mezin a dijî terora DAIŞ`ê, şehîd û şervanên me roleke mezin di pêvajoyê de lîstin.

Di 18`ê Gulanê Roja Şehîdan em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê boneyê hemû şehîdan bibîr tînin û teqez dikin ku em ê li ser şopa wan bimeşin û xeyalên wan ku ji bo wê şehîd bûn pêk bînin.

Her wiha şifayê ji hemû birîndarên xwe re dixwazin ku kedeke mezin di rêya tekoşînê de dan."

(jo)


Mijarên Din