Rêveberiya Xweser li şêniyên herêmê guhdar dike

Îro, Meclisa kantona Hesekê civîneke berfireh ji şêniyên bajarê Hesekê re çêkir. Armanca civînê guhdarkirina giliyên şêniyan ên di aliyê xizmetguzarî de, bû. Her wiha di civînê de pêşniyar û planên pêşerojê yên pêşxistina karê saziyan da ku têkeve xizmeta şêniyan jî hatin nîqaşkirin.

Civîn li Hola El-Selam a li bakurê navenda bajêr bi beşdarbûna bi sedan şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kenan Berekat, hevserokê Desteya Şaredariyan Abdulxefûr Oso, nûnera Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Zehra El-Elî, hevseroka Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Meclisa kantonê Leyla Saroxan û cîgirê hevserokatiya Desteya Tendirustiyê Selîm Mûsa, hat organîzekirin.

Di civînê de Kenan Berekat derbarê rewşa giştî ya herêmê û gefên dewleta Tirkiyê de wiha axivî: "Xeteriya mezin li ser gelê Sûriyê, dagirkeriya Tirkiyê ya ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide temenê krîzê bi şandina komên terorî ji herêmên Sûriyê re, dirêj bike."

Berekat îşaret bi serkeftinên Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha anî ziman: "Piştî binkeftina dagirkeriya Tirkiyê derbarê têkbirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya komên terorî, gefên dagirkirina herêmên dîtir dixwe."

Dûvre hevserokê Desteya Tendirustî ya Herêma Cizîrê bijîşk Selîm Musa li ser rewşa tendirustiyê wiha lê zêde kir: "Desteya Tendirustiyê ya li Herêma Cizîr bi dehan navendên tendirustiyê yên pêşkêşkirina xizmetguzariyan bê pere ji şêniyan re hatin vekirin."

Mûsa fersendgiritina hin kesan a rewşa Sûriyê ya bihakirina di beşa tendirustiyê de wiha da zanîn: "Me bihayên emeliyetan li nexweşxaneyan diyar kirin. Komîteyên di Desteya Tendirustiyê de li ser çavdêr û şopîner in."

Nûnerê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Zehra El-Elî hatina sala xwendinê ya nû li tevahî xwendekara û kadroyên xwendinê, pîroz kir û wiha axivî: "Bi hemû hewldanên xwe dixebitin da ku xwendineke baş pêşkêş bikin. Lê belê hin astengî hene. Ew jî çapkirina pirtûkan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Tenê çapxaneyek heye û têrê nake."

Zehra got hin beş li zanîngeha kantona Hesekê vebûn û wiha ne; beşa fakulteya Avahiyê, Paymangeha Navîn a Endazyariyê, Peymangeha Bilind a Endazyariya Elektron û Mîkanîkê, Paymangeha Wergera Zimanên Kurdî û Îngilîzî.

Piştî axaftinan, deriyê nîqaşê ji beşdaran re hat vekirin da ku tevahî giliyên xwe ji nûnerên desteyan re pêşkêş bikin û li ser astengiyên civakî, xizmetguzarî, û tendirustî yên tên pêşber wan û li ser pêşniyaran der barê kêmasî û çareserkirina wan de, axivîn.

Duh civîneke din li bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê bi beşdariya bi sedan şênî, nûnerên desteyên Tendirustî, Parastin, Şaredariyan, Enerjî û Perwerdê, hat lidarxistin. Dê civînên din ên mîna van li navçeyên cihêreng ên Herêma Cizîrê bên lidarxistin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din