Rêveberiya Xweser: Lihevkirina me ya bi Iraqê re ji bo vegera penaberan e

Girînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku lihevkirina wan a bi hikûmeta Iraqê re tenê di çarçoveya vegera penaberên Iraqaê de ye û ne girêdayî radestkirina girtî û malbatên DAIŞ‘ê ne.

Girînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî îdiayên ku dibêjin rêveberiyê û hikûmeta Iraqê li ser wergirtina girtî û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê li hev kirine daxuyanî da, tê de diyar kir ku ev îdia ji rastiyê dûr e.

Daxuyanî ji aliyên Berdevkê Girînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hin malper û dezgehên ragihadinê dibêjin, di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Iraqê de li ser mijara girtiyên rêxistina DAIŞ û malbatên wan ên li cem Rêveberiya Xweser lihevkirin çêbûye, em teqez dikin ku ev nûçe ne rast in. Em bi awayekî fermî radighînin ku lihevkirineke di navbera heyeteke ji hikûmeta Komara Iraqê û Girînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li ser mijara penaberên Iraqê yên li kampa Holê û herêmên din ên Rêveberiya Xweser bû. Ji ber ku zêdetirî 30 hezar penaberên Iraqê yên girêdana wan bi rêxistina terorîst a DAIŞ tine ye li kampa Holê û herêmên din ên Rêveberiya Xweser hene. Di çarçoveya lihevkirinê de derdora 4 hezar kesan di nav de jin û zarok ku dixwazin vegerin Iraqê navê xwe qey kirin, me lîsteya navan radestî aliyê Iraqê kir. Kesên ku navên xwe qeyd nekirin, fişar li ser wan nîne, Rêveberiya Xweser li gorî peyman û belgeyên navdewletî nêzîk wan dibe."

ANHA


Mijarên Din