Rêveberiya Xweser lêkolîn dike ku li şûna ziyanên şewatê tawîzan bide

Rêveberiya Xweser der barê mijara şewetê ya ku gihaştiye berhemên çandiniyê de raber kir ku şewat bi zanebûn çêbibe. Rêveberiyê diyar kir ji bo kesên ziyan dîtine tedbîr girtine.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silêman Barodo der barê şewata bi hezaran hektarên zeviyên çandiniyê û ziyanên wê yên madî ji ajansa me ANHA’yê re axivî.

Li gelek deverên herêmên Rêveberiya Xweser bi hezaran hektar zeviyên çandiniyê ji berhemên genim û ceh şewitîn. Hin alî û torên çampemeniyê xwestin ji vê yekê sûdê bigirin da ku tevliheviyê li herêmên derxînin û lomê bavêjin ser Rêveberiya Xweser.

Di vê çarçoveyê de, Silêman Barodo wiha da zanîn: "Şewitandina bi hezaran hêktarên çandiniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zanebûn tê kirin. Aliyên ku xêrê ji şêniyên herêmê re naxwazin wisa dikin da ku tevliheviyê di navbera şêniyan û rêveberiyê de derxînin."

Silêman destnîşan kir ku wan ji bo rêgirtina li ber şêwatê amadekarî kirin û got: "Li hemû herêman komîteyên awarte hatin avakirin û tîmên agirkujî jî hatine amadekirin ku li gorî derfetên erka xwe pêk bîne."

Di derbarê lêpirsînên ku aliyên ewlehî dikin de, Barodo wiha îşaret pê kir: "Aliyên ewlehî, hin kesên gumanbar girtine û hê jî lêpirsîn didome."

Di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji planên ku têne kirin dizanin. Bi hişyarbûna wan dê planên tevliheviyê têk bibe"

Silêman Barodo wiha bi dawî kir: "Rêveberiya Xweser zirarên şewatê lêkolîn dike da ku li şûna wê tawîzan bibin xwediyên wan. Em ê li gorî derfetên di destê me dike tedbîran bigirin û di demên guncaw de were ragihandin."

Li daneyên Rêveberiya Xweser qasî 20 hezar hektar zevî şewitîe, li Reqa hezar û hezar û 400, Tebqa hezar û 750,  Dêrazor 400, Minbic 150, Cizîrê 550, Firat derdora 16 hezar hektar.

Zirarên darayî yên ku gihîştine cotkaran bi qasî 2 milyar lîreya Sûriyê ye.

Çeteyên DAIŞ’ê di raporeke taybet de ku rojnameya "El-Nebe" weşandibû , şewat girt ser xwe.

 (fr)

ANHA


Mijarên Din