Rêveberiya Xweser: Me tu biryar der barê kenala K 24 nedaye

Buroya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got wan tu biryarên dawî der barê kar û xebata kenala Kurdistan 24 nedane.  

Rêveberiya Kenala Kurdistan 24 bi daxuyaniyek îdia kir ku Rêveberiya Xweser karê wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestand, tevî ku rûxset wergirtinê buroya wan girtin.

Buroya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê bersiv da û teqez kir ku wan tu biryarên dawî der barê kenala Kurdistan 24 nedane.

Daxuyanî wiha ye:

"Rêveberiya Xweser ji destpêka hatiye damezirandin ve hewl dide atmosfêreke demokrastîk ji bo hemû dezgehên çapemeniyê re biafirîne, da ku rola xwe ya ragihandina rastiya heyî pêk bîne.

Lê kenala Kurdistan 24 di bernameyeke xwe de pîvanên pîşeyî û nirxên civakê binpê kirin ku ne li gorî pîvan û çanda civaka me ye. Li ser vê yekê bi fermî ji kenalê hate xwestin ku  lêborînê bixweze. Kurdistan 24 di bernameyeke xwe de bi awayekî zelal êrîşî kesayeteke fermandara Kurdistanê yên ku ji bo azadiya gelê xwe têkoşînê dike, kir.  Bêyî ku pêşkêşvan destwerdanê bike, ji ber tiştê ku mîvan got hemû nirxên exlaqî, civakî û mirovî derbas dike.

Em Buroya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser di demeke ku teqez dikin, tu biryarên dawî der barê Kenalê Kurdistan 24 li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine girtin, nîqaş der barê rewşa wê hîna didome û tiştê der barê girtina buroya kenalê ku tê gotin, red dikin, hin kes ji bo karê kenalê li herêmên me bi pîvanên rojnemevaniyê û pîşeyî de girê bidin. Lê em teqez dikin ku azadiya nêrîn ji bo hemû dezgehên çapemeniyê parastî ye em hemû pîvan û zagonên navneteweyî pêk tînin."

ANHA


Mijarên Din