Rêveberiya Xweser miqdara genim û cehê wergirtî diyar kir

Rêveberiya Xweser diyar kir ku miqdara berhemên genim û ceh ku heta niha ji cotkaran wergertiye, gihîştiye zêdetirî 100 hezar tonan.

Rêveberiya Xweser dest bi wergirtina genim û ceh ji cotkarên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ji bo vê yekê navendên wergirtinê ku hejmara wan 22 ye, ji 25`ê meha Gulanê ve ji bo wergirtina ceh û ji 1`ê Hezîranê ve ji bo wergirtina genim diyar kirine.

Li gorî serjimara li gel Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, heta 9`ê Hezîranê 45 hezar ton ceh û 60 hezar ton genim gihîştiye wan.

Rêveberiya Xweser beriya mewsimê çandiniyê li gorî ku komîteyên çandiniyê yên Rêveberiya Xweser û her 7 rêveberiyên sivîl ji wan re hatiye şandin, gotibû dibe ku berhemên genim û ceh ên îsal bibin 2 milyon û 600 hezar ton, li gorî rêjeya hatiye çandin.

Şewatan bandoreke zêde li berhemên çandiniyê kir

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku berhem dê ji texmînên wan kêmtir bin ji ber ku gelek sedem hene û ji wan şewatên ku bi hezaran hektar li herêmên Rêveberiya Xweser çêbûne û bandoreke pir mezin li berhemên cotkaran kir.

Barûdo diyar kir ku derengmayîna cotkran di firotina berhemên xwe de, ji ber dereng zeviyên xwe çandin û heta niha jî baş çênebûne, miqdarên mezin ji ceh û genim hatine çandin, her wiha patoz jî li hinek herêman kêm in.

Herî dawî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê agir bi zeviyên çandiniyê ket. Rêveberiya Xweser beriya 2 hefteyan gotibû 20 hezar hektar hatine şewitandin. Lê ev hejmar bi awayekî mezin bilind bû, ji ber ku 10`ê Hezîranê agir bi zeviyên herêma Tirbespiyê ket û bi sedan hektar ji zeviyan şewitî.

Rêveberiya Xweser duh diyar kir ku şewata ku rû dide bi zanebûn e û di çarçoveya siyaseta şerê aborî de ye û qûta gel û rizqê wî bi awayekî yekser dike hedef. Ji aliyekî din ve jî çeteyên DAIŞ`ê ragihandibû wan agir bi gelek zeviyên herêmê xistiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser ji bo kirîna genim her kîloyek bi 160 lîreyên Sûriyê û kîloya ceh jî bi 100 lîreyan diyar kir.

Rêveberiya Xweser destnîşan kiribû ku wan 200 milyon dolar ji bo kirîna genim veqetandiye û anîbû ziman ku ew amade ye hemû berhemên cotkaran ji genim û ceh bikire.

(bx/kc)

ANHA


Mijarên Din