“Rêveberiya Xweser mînakeke baş ji Suryan û pêkhateyên din re ye"

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Bersûm ji şandeya peymangeha karên derve ya Macaristanê re diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakeke baş ji bo pêkhateya Suryanî û hemû pêkhateyên herêmê ye û îşaret bi girîngiya alîkariya Rêveberiya Xweser kir.

Îro Partiya Yekitiya Suryanî li navenda xwe ya bajarê Qamişlo pêşwaziya şandeyeke ji peymangeha karên derve yê Macaristanê kir, her du aliyan kar û barên Suryanan li Sûriyê bi giştî û taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.

Nûnerên peymangeha karên derve û bazirganiyê ya Macaristanê Dr. Wagner Peter û Dr. Sawalay Matti di nava şandeyê de, her wiha di pêşwazîkirina wan de hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Bersûm amade bûn.

Senherîb Bersûm got cara yekemîn bû ev serdan, armanc jê naskirina rewşa partiyê û pêkhateya Suryan li Sûriyê ye û wiha got: "Nîqaş li ser daxwazên Suryanan û zehmetiyên ku rastî partiyê tên, hatin kirin, her wiha nîqaş li ser rola saziyên Suryanî li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê siyasî, leşkerî û rêveberiyê de hate kirin."

Bersûm da xuyakirin ku wan bi şandeya Macar re li ser girîngiya destekdayîna doza pêkhateya Suryanî li Sûriyê nîqaş kirin da ku hemû mafên xwe bistîne, her wiha desteka Rêveberiya Xweser ku bûye mînaka baş ji pêkhateya Suryan û hemû pêkhateyên herêmê re.

ANHA


Mijarên Din