Rêveberiya Xweser û MSD‘ê bi malbatên şehîdan re civiya

MSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi malbatên şehîdan ên Reqa û gundewarê wê re civiya.

Civîn bi armanca nirxandina rewşa siyasî û guhdarkirina daxwazên malbatên şehîdan  li avahiya Meclisa Sivîl a Reqayê pêk hat. Nûnerên Meclisa Sûriye Demokratîk, Rêveberiya Xweser tevî bi sedan malbatên şehîdan ên Reqayê di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bi navê Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Leyla Reşîd û hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê Cîhan Mihemed rewşa siyasî şîrove kirin, rola malbatên şehîdan a pêşeng di berxwedanê de destnîşan kirin.

Axaftvanan destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de rola her endamekî civakê di her qadan de siyasî û leşkerî girîng e, hevgirtin ji hemûyan tê xwestin ji bo ku herêmê ji nakokiya ku hikumeta Erdogan hewl dide gur bike were derxistin. Kesên axivîne Erdogan bi Hetlerê serdemê bi navkirin.

Axaftvanan rola şehîdan û malbatên wan di pêkanîna serkeftin û destkeftiyan de silav kirin û teqez kir ku divê malbatên şehîdan rola xwe ya pêşeng di vê pêvajoyê de li hemberî êrişan bilîzin ji bo ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Axaftvanan teqez kirin ku êrişên artêşa Tirk a dagirker vejandina DAIŞ û pêkanîna komkujiyan der heqê gelên herêmê de armanc dikin.

Girêdayî derbasbûna rejîmê ji herêmê re axaftvanan diyar kirin ku ew gavek pêwîst bû ji bo ku sînor û serdestiya axa Sûriyê werin parastin û ji erkên hêzên rejîmê ye.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek dan raya giştî. Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Ehmed daxuyanî xwend.

 Daxuyanî wiha ye:

`Em êrişên osmaniya nû û mudexeleya wî di axa Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi taybet şermezar dikin. Em êrişa berberî ya ku dixwaze gelê me koçber bike û demografiya herêmê ji bo vegerandina DAIŞ`ê lê bi rengek din û sloganên ne rast red dikin.

Em li dijî terora wan sekînin û me bi hezaran şehîd û birîndar da  ji bo ku gelên me bigihêjin azadî û edaletê. Em bang li NY, mafên mirovan û dewletên ewropî dikin ku vê êrişa hov li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin. Tevî ku tê zanîn biçûkê me beriya mezinan projeya asîmlasyona osmanî li herêmê red dikin.

Bi navê malbatên şehîdan û zarokên wan em êrişa hovane şermezar dikin û soz didin gelên xwe ku em ê li dijî her êrişekê li dijî ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Em xwediyê heq, proje û aştiyê ne.`

(şx)

ANHA


Mijarên Din