Rêveberiya Xweser nirxê kirîna genim ji cotkaran guhert

Rêveberiya Xweser piştî bangawaziyên cotkaran, di civînekê de nirxê kirîna genim guhert.

Bi tevlibûna hevserokatiya Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş, hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo û Emel Xezîm, hevseroka Desteya Malî Selwa El-Seyid û nûnerên yekitiyên cotkaran ên rêveberiyên xweser û 7 rêveberiyên sivîl civînek li avahiya desteyên Rêveberiya Xweser lidar ket.

Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamêd El-Mihbaş destnîşan kir ku piştî bangawaziyên şênî û cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara guhertina nirxê genim a ku di 19`ê Gulanê de hatibû diyarkirin, hate girtin.

Hevserokê Meclisa Rêveber pêşniyara rêveberiyê ji bo bilindkirina nirxê genim ji 150 lîreyên Sûriyê heya 160 lîreyên Sûriyê pêşkêş kir. Hate tekezkirina ku nirxa kîloya genim ji pileya 4`an ji 156 lîreyên Sûriyê ne kêmtir be.

Pêşwazîkirina genim ji cotkaran wekî dekma "Ne di torbe de" û ceh jî di torbeyan de be. Tê zanîn ku dê rêveberî nirxên torbeyan bide cotkaran li gorî pileya wê, pileya yekemîn 550 l.s. ya duyemîn 400 l.s û ya sêyemîn jî 200 l.s be.

Piştî nîqaşên berfireh, pêşniyar ji aliyê beşdaran ve hate erêkirin. Bi vê yekê nirxê kirîna genim ji cotkaran dê 160 lîreyên Sûriyê û ceh 100 lîreyên Sûriyê be.

Di hevdîtinekê de li gel ajansa me hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş tekez kir ku Rêveberiya Xweser  dê tevahiya hilberîna genim û ceh ji cotkaran bikire da ku ji cotkar ji aliyê bazirganan ve neyên keybazkirin.

Rêveberiya Xweser aê di 1`ê Hezîranê de genim ji cotkaran werbigire. Rêveberiyê di 25`ê Gulanê de dest bi wergirtina hilberîna ceh ji cotkaran kiriye.

Rêveberiya Xweser di demek berê de 200 milyon dolar ji bo kirîna hilberîna genim ji cotkaran diyar kiriye, her wiha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 navend amade kiriye.


Mijarên Din