​​​​​​​Rêveberiya Xweser pirsgirêka avê ya Kampa Waşûkanî çareser kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîr ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê û qutbûna wê li ser kampa Weşûkanî girt. Bi vê yekê azarên 12 hezar koçberan kêm kir.

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî di 9`ê Cotmeha 2019`an de bi hezaran sivîl ber bi bajarê Hesekê ve koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina koçberan, kampek ava kir û dibistan kirin navendên hewana koçberan.

Rêveberiya Xweser Kampa Waşûkanî li bajarokê Tiwêne yê li rojavayê bajarê Hesekê bi rûbera 600 donim ava kir.  Lê ji ber ku hejmara koçberan zêde bû, kamp fireh kir.

Li gorî Rêveberiya Kampê derdora hezar û 862 malbat di nav kampê de dimînin. Rêveberiya Kampê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser, hezar û 700 kon ava kirin. Tê de derdora 12 hezar koçber dimînin.

RÊVEBERIYÊ PIRSGIRÊKA AVÊ ÇARESER KIR

Ji ber tunebûna toreya avê di nav kampê de û ji ber qutkirina artêşa Tirk a dagirker ava stasyona Elûk li ser bajarê Hesekê, pirsgirêka kêmbûna avê û qutbûna wê di nav kampê de derket.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl da pirsgirêka avê di nav kampê de çareser bike. Ji ber wê bîrek kevin di aliyê bakurê kampê de restore kir da ku av bigihêje şêniyan.

Ji ber gava rêveberiyê, Rêxistina Xilaskirina Zarok bîrek din koland. Ava her du bîran tenê ji bo pêkanîna pêdiviyên malê têne bikaranîn û ava vexwarinê bi rêya sahrcîan di nav kampê de tê belavkirin.

Endamê rêveber ê Komîteya Têkiliyan a Kampa Weşûkanî Riyad Mirî ji ANHA`yê re got: “Ji destpêka avabûna kampê ve û hema bêje rêxistinên mirovî rewşa kampê paşguh kirine. Pirsgirêka herî dijwar ku koçber pêre rû bi rû bûn, kêmbûna ava vexwarinê û qutbûna avê bû. Rêveberiya Xweser bîrek kevin li nêzî kampê paqij kir û rêxistina Alîkariya Kurdistanê (Help Kurdistan) xetasek û xezanek bi firehiya 75 bermîlan, li ser bîrê bi cih kir.”

Mirî destnîşan kir ku piştî gelek bangawaziyan, Rêxistina Xilaskirina Zarok alîkariya wan kir û bîrek din li kampê koland. Li ser toreyek avê bi dirêjahiya 8 km ava kir. Bi vê yekê av gihaşt tevahiya kampê.

Mirî destnîşan kir ku ji her 10 konan re jêderek avê hatiye veqetandin. Tore tevahî rojê dê li gorî beş û 82 komînan bixebite û berpirsek kampê dê çavdêriya vê xebatê bike.

Li aliyekî din Rêveberiya Kampa Waşûkanî projeya dirêjkirina toreya kehrebeyê di nav kampê de dinirxîne, bi taybet bi hatina havînê û bilindbûna pilyên germahiyê re.

(şx)

ANHA


Mijarên Din