Rêveberiya Xweser piştgirî da însiyatîfa MSD`ê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşaret bi însiyatîfa MSD‘ê ya têkildarî girtî, kesên revandî û windayên li tevahiya Sûriyê kir. Rêveberiyê diyar kir ku ew ji vê însiyatîfê re vekiriye û amade ye bi tevahiya derfetên xwe bi ser bixe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî însiyatîfa Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) avakirina komîteyekê da ku dosyaya kesên winda û revandî li tevahiya Sûriyê bişopîne daxuyanî da.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku aloziya Sûriyê berdewam e û hîna azar û zehmetiyan dikişînin. Ajandeyên derve berpirsên girêkbûna vê aloziyê ne. Hemû kesên ji rola wan di sînordarkriina vê aloziyê de heye li pêşberî berpirsyartiyên dîrokî û exlaqî ne.

Di berdewama daxuyaniyê de hate got: "Ji ber vê aloziyê karesteke mirovî rû da, jê koçberkirin, girtin, revandin û windabûna bi hezaran, ku heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Ev yek bandorek mezin li jiyana bi hezaran malbat û zarokên kesên windayî dike."

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de ev tişt destnîşan kirin: "Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ketina ferqa pêwîstiya hevkariyê di navbera aliyên cuda de, em destnîşan dikin ku tevahiya girtîgehên girêdayî Rêveberiya Xweser li pêşiya hemûyan ên ku  vê dosyayê dişopînin vekirî ne. Gelek aliyan di serî de Rêxistina Human Rights Watch û Xaça Sor a Neteweyên Yekbûyî serdana van cihan kirine. Tevahiya girtiyên li cem me terorîstên DAIŞ`ê ne û yên ku sûc kirine. Bi dehan raporên belgekirî di vî warî de hene."

Her wiha Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew ji însiyatîfa Meclisa Sûriya Demokratîk re vekirîne û piştgiriya wê dikin. rêveberiyê destnîşan kir ku ew amade ne bi tevahiya kedên xwe vê însiyatîfê biser bixe.

Rêveberiyê diyar kir ku ev însyatîf ji bo cihê qebûlkirin û teqdîrê ye û got ku ew ê bi kesên têkildarî vê însiyatîfê re hevkar bin da ku çaranûsa windayan li herêmên Rêveberiya Xweser eşkere bikin. Rêveberiya bang li tevahiya aliyên têkildar kir ku di vê çarçoveyê de bi erênî hevkar bin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din