Rêveberiya Xweser programa sê mehan a 2019‘an diyar kir

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan projeyên sê mehên 2019‘an diyar kir. Tê payîn ku proje dê du rojên li pêş me werin ragihandin.

Di civîna li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsayê hatibû lidarxistin de, Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Medya Bozan û Josef Lehdo, nûnerên komîte û desteyên Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan ên her heft rêveberiyên xweser û sivîl amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê rêjeya pêkanîna projeyên sê mehên derbasbûyî hatin nîqaşkirin û astengiyên ku derketin pêş hatin nirxandin. Ji bo derbaskirina astengiyan pêşniyar hatin kirin.

Beşdaran projeyên sê mehên bê diyar kirin. Ji wan sererastkirina xetên ava vexwarinê û kanalîzasyonê, paqijkirin, sererastkirina piran, ziftkirina rêyan û pêşxistina firinan.

Li gorî hevserokatiyê dê di du rojên bê de proje werin diyarkirin.

Tê payîn ku budceya projeyên di çareya duyemîn de 5 milyar û 500 hezar lîreyên Sûrî ye.

ANHA


Mijarên Din