Rêveberiya Xweser prosesa perwerdeyê ya îsal dinirxîne

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Kewser Doko prosesa perwerdeyê ya îsal baş wesifand û got: “Ew dê pirsgirêk û kêmasiyên îsal ên xwendinê derbas bikin.”

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko pirsgirêk û astengiyên ku rastî prosesa perwerdeyê hatine û plansaziyên girêdayî herêmên ku nû hatine rizgarkirin, nirxandın.

Kewser destnîşan kir ku desteyê civîna xwe ya dawîn bi komîteyên xwe yên rêveberiyên sivîl û xweser re çêkir. Ji bo sala xwendinê ya 2018-2019’an, dema ezmûnên dawiya salê di destpêka meha Gulanê de û dema qedandina werza duyemîn di 15`ê Gulanê de diyar kirine.

Kewser prosesa perwerdeyê ya sala 2018-2019`an li gorî salên derbasbûyî bi baş wesifand. Kewser got: “Ji ber ku di destpêka xwendina îsal de xebatkarên perwerdeyê di dewreyên li ser materyalan re derbas bûn. Vê jî tecrube û şarezahiyên wan zêde kirin. Ji ber ku demeke dirêj e ji qada perwerdeyê, di encama dagirkirina bajar û gundên wan de ji hêla çeteyan ve mehrûm mane.”

Kewser wiha berdewam kir: "Îsal du pirsgirêkên sereke rastî me hatin. A yekê derengmayîna wergirtina materyalan li hindek rêveberiyên mîna Reqa, Tebqa û Dêrazorê bû. Ya duyemîn kêmbûna amûrên perwerdeyê li hindek dibistanan, bi taybet dibistanên ku em neçar mane bi awayekî lezgîn sererast bikin da ku zarokên wan herêman ji xwendinê bê par nemînin."

Di heman mijarê de Kewser teqez kir ku deste dê hewl bide hemû pirsgirêkên îsal û yên sala bê derbas bike. Kewser diyar kir ku ew niha bi rêveberiyê re ji bo restorekirina 160 dibistanên ku ji xizmetê derketine, nîqaş dikin û plansaziyan datînin.

Kewser Doko soz da ku ew ê dibistanên herêmên nû hatine rizgarkirin li gundewarên rojhilatê Dêrazorê mîna Sûse û Hecîn sererast bikin û kadroyên perwerdeyê ji bo pêşwazîkirina xwendekarên wan herêman bi destpêka sala bê re amade bikin.

Li gorî serjimariyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser hejmara xwendekaran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdora 800 hezar e. Li ser 5 hezar û 78 dibistanan bi çavdêriya 42 hezar û 852 mamosteyan belav bûne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din