Rêveberiya Xweser: Pêşniyara NY`yê ya vekirina deriyê Girê Spî rewabûna dagirkeriyê ye

Hevserokê Buroya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulqadir El-Muwehed got "Pêşniyara NY`yê ya der barê vekirina deriyê Girê Spî de tê wateya rewakirina dagirkeriyê."

Hevserokê Buroya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser Abdulqadir El-Muwehed têkildarî pêşniyara sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres a vekirina deriyê Girê Spî ji berdêla korîdora Yarûbiyê ku tê re alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê dibûn, ji ajansa me re axivî.

Abdulqadir El-Muwehed di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Pêşniyareke wiha tê wateya kesysbazkirina rewşa siyasî û ev jî tê wateya rewakirin û îtirafa bi dagirkirina artêşa Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re."

El-Muwehed bal kişand ser herêmên Girê Spî û Serêkaniyê û wiha domand: "Ev pêşniyar tê wateya beşdarbûna nerasterast ya NY`yê di guhertina demografiya herêmên ku artêşa Tirk dagir kirine."

Abdulqadir El-Muwehed îşaret bi girtina deriyê Yarûbiyê û vekirina deriyê Girê Spî kir û wiha axivî: "Girtina deriyê Yarûbiyê û vekirina deriyê Girê Spî wek alternatîf, tenê veguhastina şantaja ji destê rejîma Sûriyê ber bi rejîma Tirkiyê ve ye."

‘DIVÊ DERIYÊ YARÛBIYÊ WERE VEKIRIN’

El-Muwehed di dawiyê de destnîşan kir ku ew wek Rêveberiya Xweser daxwaz dikin ku alîkariya mirovî ji keysbaziya siyasî ji destê rejîma Sûriyê yan jî Tirkiyê were derxistin û wiha lê zêde kir: "Divê NY û dewletên têkildar, alîkariyê bi rêya deriyên ku ne di bin serweriya hêzên dijberî Rêveberiya Xweser de derbasî herêmê bikin û divê bi awayekî lezgîn deriyê Yarûbiyê were vekirin.

)eh)      

ANHA


Mijarên Din