Rêveberiya Xweser qanûna çavdêriya giştî, parastina û rêvebirina milkên kesên neamade derxist

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 qanûnên Çavdêriya giştî, parastina û rêvebirina milkên kesên neamade derxist. Ev qanûn bi rêya rûniştina jimareya 30 a ku duh di 05.08.2020’an de li dar ketiye, derket. Her wiha Meclisa Giştî li ser guhartina pêşniyara Nivîsgeha Parastinê ya madeya bi jimareya 16 ya rakirina asta temenê xwendina bilind, erê kir.

Malpera fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bend û hûrgiliyên 2 qanûnên çavdêriya giştî, parastin û rêvebirina milkên kesên neamade, her wiha qanûna Erka Xweparastinê ya guhartî ya di 04.07.2020’an biryara guhartinê hatiye dayîn, belav kirin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev qanûn derxistin;

-Qanûna pergala çavdêriya giştî

-Qanûna parastin û rêvebirina milkên kesên neamade

-Qanûna Erka Xweparastinê ya guhartî 04.07.2020

(fr)

ANHA


Mijarên Din