Rêveberiya Xweser qanûna Hêzên Xweparastinê erê kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di civînekê de qanûna Hêzên Xweparastinê erê kir û diyarkirina temenê tevlibûnê ji her rêveberiyekê re hişt. Her wiha bi dengên giştî guhertina navê Buroya Parastinê hate erêkirin.

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Ferîd Atê, Sîham Qeyro, hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş, hevserokatiya Buroya Parastinê Cîhan Ehmed û Zêdan El-Asî û piraniya endamên Meclisa Giştî beşdarî civînê bûn. Di civînê de fermendarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî amade bû.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre hevseroka Rêveberiya Xweser Sîham Qeyro axivî û bi boneya komkujiya El-Seyfo ya ku dikeve 15`ê Hezîranê  sersaxî ji pêkhateya Suryan xwest.

Paşê fermendarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî axivî. Ebdî rewşên siyasî û leşkerî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zehmetiyên ku piştî têkbirina DAIŞ’ê rastî QSD’ê tên, şîrove kirin. Bi taybet tunekirina şaneyên veşratî yên DAIŞ`ê, gefên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Mazlûm Ebdî tekez kir ku QSD`ê ji her xeteriyekê re amade ye û sazumaniya rêxistinî ya QSD`ê eşkere kir. Ebdî da zanîn ku wan 15 meclisên leşkerî ava kirine û hêzên xwe wiha dabeş kirin: 30 hezar kes, hêzên parastina sinor, 5 hezar hêzên taybet tevî bi hezaran şervanên di focên leşkerî yên ku tovika bingehîn ên QSD`ê ne.

Piştî wê pêşniyara hevserokatiya Buroya Karûbarên Parastinê ku navê buroyê bibe Buroya Parastinê hate nîqaşkirin. Endamên Meclisa Giştî pêşniyar bi giştî erê kirin da ku navê buroyê bibe Buroya Parastinê.

Di berdewama civînê de endamê Buroya Dîwana Meclisa Giştî Yesêr Silêman reşpelika rêziknameya qanûna xweparastinê xwend. Tê de diyarkirina dema xizmeta erka xweparastinê bi 12 mehan, efûkirina rewşên astengdariyê û kesên wehîd û yên bêxwedî. Her wiha rewşa xwendekarên zanîngehan û dibistanan di ber çavan re were derbaskirin. Diyarkirina temenê tevlibûna Hêzên Xweparastinê ji her rêveberiyekê ji 7 rêveberiyên sivîl re hate hiştin.

Meclisa Giştî piştî şîrovekirina nuqteyên qanûnê û bersivandina pirsan ji hêla Komîteya Qanûnî û hevserokatiya Buroya Parastinê, qanûnî bi dengdayîna piraniya endamên Meclisê hate erêkirin û ji vê dîrokê ve kete meriyetê.

Civîna Meclisê piştî erêkirina endamtiya Ibrahîm El-Hasûd wek endamek Meclisa Qanûnsaz ya herêma Cizîrê li şûna Elî El-Kiûd bi dawîbû. El- Hasûd li hember endamên Meclisê sond xwar da ku dest bi karê xwe bike.

.

Ajansa me dê qanûna Hêzên Xweparastinê di nûçeya bê de biweşîn e.

(şx/bm)

ANHA

 


Mijarên Din