Rêveberiya Xweser: Qedexeya derketinê 15 roj  in, dibe were dirêjkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gel kir ku ji bo parastina tenduristiya giştî, tedbîrên hatine ragihandin pêk bînin. Her wiha destnîşan kir ku qedexeya derketina derve dê 15 rojan dewam bike û dibe ku were dirêjkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li tevahî gel kir ku tedbîrên Rêveberiya Xweser ragihandine pêk bînin da ku rê li pêşiya belavbûna vîrûsa Koronayê bigirin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku "Di demekê de ku vîrûsa Korona ya nû (covid-19) xeteriyeke mezin ava kiriye û li seranserê cîhanê tedbîrên pêwîst bi taybetî yên xweparastina ji vîrûsê tên girtin, her wiha li gorî biryarnameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo parastina tenduristiya  giştî, em bang li tevahî gelê xwe dikin ku bi me re hevkar bin da ku karê me hêsantir bibe û em pêşî li vê xeteriyê bigirin."

Rêveberiya Xweser diyar kir ku "Em li pêşberî rûbirûbûna rastiyekê û berpirsyariyeke mezin in  lewma pêdivî bi bergiriyên pêwîst hene.

Li herêmên me  heta niha haletên vîrûsê tune ne, lê divê em têkiliyên xwe aliyên peywendîdar re xurtir bikin, têgihêjtin û xebata xwe jî zêdetir bikin."

Rêveberiyê bi daxuyaniyekê bang li tevahiya gel kir ku parastina xwe bikin û li gorî bergiriyên pêwîst tev bigerin, lê dîsa jî em di wê baweriyê de ne ku gel bîrwer e û xwe berpirs dibîne.

Rêveberiya Xweser parve kir ku dema qedexeya derketina derve ji 23 Adarê ji saet 6:00 sibê ve dest pê dike û heta 15 rojan qedexe berdewam e, her wiha dema pêwîstî pê hebe dê dem were dirêj kirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din