Rêveberiya Xweser roja Paskalyayê kir betlaneya fermî

Rêveberiya Xweser ragihand ku bi boneya cejna Paskalyayê ya xiristiyanan dê hemû navendên fermî û saziyên girêdayî wê werin girtin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro sibehê bi boneya cejna Paskalyayê (cejna vejîna Îsa) a xiristiyanan, biryarnameyek derxist. Di biryarnameyê de hate diyarkirin ku dê hemû navendên fermî û saziyên girêdayî rêveberiyê, ji bilî navendên ku kar ji wan tê xwestin, di roja cejna Paskalyayê anku roja 21`ê Nîsanê de betlane bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din