Rêveberiya Xweser Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

Buroya Ragihandinê salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî li rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê pîroz kir û banga xurtkirina hevkarî û koordîneyê di navbera saziyên ragihandinê de kir.

Buroya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya salvegera 121`an rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyeke nivisîk da. Di daxuniyê bal hat kişandin ser rewşa ragihandina Kurdî li Sûriyê û banga xurtkirina hevkariyê di navbera saziyê ragihandinê de hate kirin.

Buroya Ragihandinê got ku, "Di salvegera 121`an a damezirandina yekemîn rojnameya Kurdî bi navê Kurdistan li peytexta Misrê Qahîre ya ku Mîr Miqdad Midhet Berdixan di sala 1898`an de derxistiye, Buroya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahiya rojnamevan û saziyên ragihandinê bi vê boneyê pîroz dike.

Bi guman, ragihandina Kurdî li gelempgeriya Sûriyê, di nava şert û mercên zehmet de û li hemberî hemû astengiyan têkoşînek mezin da meşandin û gavên ber biçav avêt. Em dikarin van gavan wekî gavên destpêkê û girîng ji bo pêşxistina ragihandina Kurdî di pêşerojê de bi nav bikin.

Hîna jî di nava saziyên ragihandina Kurdî zehmetî tenê kişandin, ji teknîkê heta kesayeta rojnamevan, lê ev rewş li pêşiya pêşxistina karê ragihandinê nabû asteng, li hemberî hemû astengiyan têkoşînê didomîne. Ji bo pêşxistina ragihandina Kurdî pêwîste rewşeke hevkar û koorîndekirî di nava saziyên ragihandinê de were avakirin.

Wekî Buroya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê xwe ve ji bo pêşxistina ragihandina Kurdî em hevkar in û bi hêvî ne ku hevkariyek xurt di navbera tevahiya aliyan de hebe da ku ev armanc pêk were.

Carek din em tevahiya rojnamevan û saziyên ragihandina Kurdî bi vê boneyê pîroz dikin û em hêviya pêşketinê ji tevahiyan re dixwazin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din