Rêveberiya Xweser sedemên bilidbûna nirxê mazotê diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê sedema bilindbûna nirxê mazotê diyar kir.

Berdevkê Fermî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê têkildarî bilindbûna nirxên mazotê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ehmê diyar kir ku yek ji sedemên bilidbûna buhayê mazotê ew e ku berhemkarên herêmî û xwediyê parzûngehên taybet ên mazotê ji ber bilidbûna nirxên dolar ku bandoreke neyinî li hilbirînên li gel wan kiriye dest ji derxistina madeyê berdan.

Luqman her wiha destnîşan kir ku parzûngehên rêveberiyê nikare hewcedariya sûkê bi cih bîne.

Luqman Ehmê diyar kir ku ku rêveberî bi buhanê ku berê diyar kiribû mazotê dide firneyan da ku nirxê nan bilind nebe.

Her wiha destnîşan kir ku mazot li dibistan û malbatên şehîdan bê pere were belavkirin û got, ev yek erkên rêveberiyê li beramberî welatiyan e.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya du rojan ragihandibû ku her lîtreyek mezot bi 75 lîreyên sûrî li hemû herêmên rêveberiyê were firotin.

ANHA

 


Mijarên Din