Rêveberiya Xweser şehîdên komkujiyên Qamişlo, Til Hasil û Til Eranê bi bîr anîn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 3`yemîn a teqîna Qamişlo û komkujiyên bajarokên Til Hasil û Til Eranê bi daxuyaniyekê bir bîr anîn û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên komkujiyên Qamişlo, bajarokên Til Hasil û Til Eranê bi bîr anîn.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Beriya 3 salan  wekî vê rojê bi rêya kamyoneke bombebarkirî sivîlên taxa Xerbî (Rojava) li ser rêya Amûdê ya bajarê Qamişlo bûn hedef. Di encama wê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 kes jî birîndar bûn.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êşeke pir mezin vê bûyerê bi bîr tînin. Em vî karê terorîst ku ewlehiya sivîlan li tevahî herêmên Rojava ku dixwazin îradeya gelê herêmê di parastina destekftiyên ku bi saya xwîna bi hezaran keç û xortên herêmê hatine bidesxistin, dikin hedef, şermezar dikin.

Her wiha em komkujiya li bajarokên Til Eran û Til Hasil ku di sala 2013`an de piştî ku şêniyên her du bajarokan hatin dorpêçkirin, şermezar dikin. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan welatî koçber bûn û bi sedan ji aliyê komên terorîst ve hatin girtin.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya hemû şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin. Da ku em bigihîjin mafên civakê ji azadî, rizgarkirina ji zilmê û tunekirina hemû şaneyên terorîst ên razayî çi DAIŞ û çi rêxistinên alîgirên Tirkiyê bin ku dixwazin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin. Her tim hewl didin ku destkeftiyên şehîdên me bi rêya gefên ku tu carî îrade û israra me ji bo parastina xak û gelê me naşikîne, bikin hedef."

(bx)

ANHA


Mijarên Din