Rêveberiya Xweser serdana birîndarên êrîşa dewleta Tirk a dagirker kir

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Aliya di serdana xwe de ji Nexweşxaneya Gel a Hesek got: "Em dizanin ku rejîma Tirkiyê ya faşîst bi hemleya xwe ya dijminahî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahiya pêkhateyên herêmê bike hedefê.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê kir ji bo ku rewşa birîndarên sivîl û yên hêzên leşkerî yên ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê birîndar bûne, ji nêz ve nas bike.

Şande ji hêla endamên rêveber ên nexweşxaneyê ve hate pêşwazîkirin. Şande ji serokê Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed, Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeyro, Cîgira Seroka Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Ibrahîm û Cîgira Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Aliya pêk hat.

Şandeyê li ser nexweşan geriya û hêviya sifaa acîl ji wan re xwest, her wiha teqez kir ku ew hêza xwe ji gel û hêzên leşkerî digirin.

Di hevdîtinekê de  bi cîgira Daîreya Têkiliên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Aliya got: Me serdana nexweşxaneya bajarê Hesekê û Til Temirê kir. Ji bo wan birîndaran ev kerasteke, lê dîsa dibêjin eger baş bûn dê careke din çek rakin û li hember dijmin bisekinin.

Ebîr wiha domand: "Em dizanin ku rejîma Tirkiyê ya faşîst bi hemleya xwe ya dijminahî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl tevahiya pêkhateyên herêmê bike armanca xw ne tenê pêkhateyekê. delîla wê jî birîndarên nexweşxaneyê ji tevahiya pêkhateyan e."

Ebîr piştrast kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk dê bi serkeve û wiha pê de çû: "Hêzên me di roja xwe ya 7`an de li eniyên şer li herêmên sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li berxwe dide."

(şx)

ANHA


Mijarên Din