Rêveberiya Xweser sersaxî ji xizmên qurbaniyên êrîşa li Reqayê re xwest

Rêveberiya Xweser êrîşa terorîst li bajarê Reqayê ku sivîl kir hedef şermezar kir û tekez kir ku bi rêya saziyên ewlehiyê dê sûcdaran bigire û wan bide darizandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî êrîşa terorîst ku duh roja Şemiyê bi şev şêniyên bajarê Reqayê kir hedef daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyanî wiha ye;

Êrîşa terorîst ku li navenda bajarê Reqayê li ber çarxeriya El-Neîm rû daye û di encamê de hejmarek sivîl şehîd û birîndar bûn, ji hêla terorê û hêzên tarî ve pêk hat. Ev şêwaza kirêt isbat dike ku ew ji ber têkçûpna xwe iflas kirine vê carê berê xwe dan kuştina sivîlan û şewitandina zeviyan û qûtên şêniyan.

Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em vê kiryara terorîst û tirsonek şermezar dikin. Em sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfa ji birîndaran re hêvî dikin. Em ji gelê xwe yê Reqayê re tekez dikin ku bi rêya Hêzên Ewlehiya Hundirîn û saziyên ewlehiyê yên din, em ê sûcdaran bigirin û wan ji dadgehê re pêşkêş bikin da ku cezayên xwe bigirin."

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din