Rêveberiya Xweser şênî ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê du roj şênî ji bo şehîdên komkujiya Til Rifatê, ragihand.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyeniyekê du roj ji bo şehîdên komkujiya Til Rifatê, şênî ragihand.

Şênî ji roja sêşemê 3`ê Kanûnê heta roja 4`ê Kanûnê dê dewam bike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh li dijî şêniyên Efrînê yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne û li Şehbayê hatine bicihkirin komkujî pêk anî. Di encama wê de 10 sivîl ku piraniya wan zarok bûn şehîd bûn her wiha 12 jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din