Rêveberiya Xweser spasiya her kesên ku beşdarî hemelya boykotkirina kelûplên Tirkiyê bûne, kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê spasiya hemû sazî û bazirganên ku kelûpelên Tirkiyê boykut kirin, kir û bang li dewletên cîhanê kir ku cezayan li ser Tirkiyê ferz bikin.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de wiha got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasiya hemû sazî, bazirgan û welatparêzên li Sûriyê û cîhanê yên ku însyatîfa boykotkirina kelûpelên Tirkiyê dest pê kirin, kir û di serî de spasiya Koodînasyona Zanîngehên Rojava kir ku piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê ku QSD`ê li dijî Tirkiyê û çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebehet El-Nusra dikin, nîşan daye."

Em bang li gelê xwe dikin ku van kelûpelan boykot bikin û bang li dewletên cîhanê dikin ku cezayan li ser rejîma Tirkiyê ya ku qirkirina etnîkî, sûcên şer û demografiya herêmê pêk tîne, ferz bikin.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din