Rêveberiya Xweser spasiya şêniyan kir û biryarên nû dan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku ketin ferqa xeteriyên vîrûsê û perspektîvên hatine girtin anîn cih, spasiya gelên herêmê kir. Ji bo  parastina şêniyan û berjewendiya giştî, Rêveberiyê gelek biryarên din dan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya daxuyaniya xwe şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê muxateb girtin û got:

“Em spasiya gelê xwe dikin, ji ber ku ketin ferqa xeteriyên vîrûsa Korona û tedbîrên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtina di nav de qedexeya derketina derve, pêk anîn.

Ji ber pêwîstiya pêkanîna van bergerî û biryaran bi awayekî tundurist û saxlem em bang li gelê xwe dikin ku di vê pêvajoya giran de ku em tê re derbas dibin mecrên mirovî di ber çavan re derbas bikin. Kesên xanî kirê kirine wan ji kirê efû bikin, keybaziyê nekin, bihayê madeyên xwarinê bilind nekin û li gorî van biryaran tev bigerin:

-Li gorî lîsteyên Gerînendeya Zemhêrê bikirin û bifroşin. Kesê vê biryarê pêk neîne wê rastî girtekên qanûnî were.

-Em hêvî dikin kesek ji mal dernekeve. Her wiha serdanan qut bikin, bi taybet ên malbatî.

-Cenazeyên ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên herêmê, bi şerta ku ji şêniyên herêmê be û  piştî ku di girtekên tenduristiyê re werin derbaskirin, tên pêşwazîkirin.

-Rêveberiya Xweser bi rêya saziyên têkildar her kesên ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser heya 14 rojan di malên xwe de dimînin.

-Buroyên pevguhestina pereyan heftê rojekê roja Înê têne vekirin.

Hevkariya we bi me re, hewldanên kontrolkirina vîrûsê zêde dike. Erka me ya destpêkê parastine û em hêvî dikin ku hûn jî erkên xwe pêk bînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din