‘Rêveberiya Xweser tecrubeya rasteqîn a demokrasiyê ye‘

Endamê Şepêla Çepgir a Şoreşgerî ya Cezayirê  Şahir Wehîb got, Şoreşa Rojava di Rojhilata Navîn de tecrubeyek rasteqîn a demokrasiyê ye û destnîşan kir ku dewletên derve hewl didin bi rêya aloziya Sûriyê berjewendiyên xwe yên aborî pêk bînin.

Endamê Şepêla Çepgir a Şoreşgerî ya Cezayirê Şahir Wehîb girêdayî girîngiya Şoreşa Rojava, encamên aloziya Sûriyê û tevgera gelêrî ya Cezayirê ji ANHA‘yê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Wehîb behsa tecrîda ku dewleta Tirk li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye kir û got: "Ocalan bi lez û bi şêwazekî ecêb ji hêla hikumeta Tirk ve hate darizandin."

Wehîb girêdayî dagirkirina Tirkiyê ya li Efrîn û herêmên din ên Sûriyê wiha got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hewl didin Efrîn bikin pirek da ku piştî şer hebûna xwe li Sûriyê, ferz bikin. Hikuemta Tirkiyê di mijara aştiyê de bi kurdên Tirkiyê re ne cidî ye û kîna wê li hember kurdên Sûriyê dêrîn e."

Di nav axaftina xwe de Wehîb destnîşan kir ku hemû dewletên herêmî û derve hewl didin bi rêya aloziya Sûriyê berjewendiyên xwe pêk bînin û wiha domand: "Hemû bi hev re bi nakok in lê di aloziya Sûriyê de li ser hesabê gelê Sûriyê li hev dikin. Siyasetên Tirkiyê û Îranê ji hev cuda ne, lê her du gelê Kurd ê ku ji bo nasname û federaliyê tê dikoşe, dijminê xwe yê yekemîn dibînin."

Rola girîng a amazîxan di tevgera Cezayirê de

Girêdayî tevgera gelêrî ya Cezayirê Wehîb got: "Di 28`ê Nîsanê de Bû Teflîqa carek din xwe wek bernazmetê serokatiya Cezayîrê nîşan dan, ji  ber wê hemû gelê Cezayirê bi tevahiya pêkhateyên xwe daketin qadan û tevgera gelêrî destpê kir."

Têkildarî rola amezîxan di tevgera gelêrî de Wehîb ev tişt destnîşan kir: "Amezîx beşek ji tevgera gelêrî ye ya ku banga hilweşandina rejîmê û muhesebekirina sûcdaran kir. Amezîx ji mafên xwe yên herî besît mehrûm in. Di sala 2016`an  zimanê Amezîx wek zimanek niştîmanî û fermî bi şerta ku bi tîpên erebî were nivîsand hate ragihandin. Ev tê wateya çewisandina alfebeya amezîxî."

Wehîb di berdewama axaftina xwe de behsa rola jinên amezîxî kir û got: "Dîroka têkoşîna jinên amezîxî vedigere hezaran salan. Qiralîça Dîhiya şerê Uqbe Bin Nafi kir. Ji ber wê rola jinên amezîxî û cezayirî bi giştî di têkoşînê de heye. Her şoreşek bêyî tevlibûna jinan têk diçe."

 ‘Rêveberiya Xweser di Rojhilata Navîn de tecrubeyek rastîn e‘

Girêdayî destkeftiyên Rêveberiya Xweser Wehîb ev tişt anî ziman: "Rêveberiya Xweswer di Rojhilata Navîn de tecrubeyek rastîn a demokrasiyê ye. Destpêkê li herêmên Rêveberiya Xweser, zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî ne. Di dirêjiya dîroka Rojhilata Navîn de, wekheviya herdu zayendan û rêveberiya demokratîk heye. Herêmên Rêveberiya Xweser ji gelê Ereb, Turkman, Aşûr, Ermen, Çaçan û hemû kesên ji hovîtiya terorê revîne bûne stargehek ewle."

(şx)
ANHA

 


Mijarên Din