Rêveberiya Xweser: Tewanên Rûsya û hikumeta Sûriyê nakevin xizmeta gelê Sûriyê

Rêveberiya Xweser tewanên hikumeta Sûriyê û Rûsyayê yên têkildarî dergeha Til Koçerê red kir û anî ziman ku ev tewan nakve xizmeta gelê Sûriyê.  Rêveberiya Xweser her wiha bal kişand ser girîngiya vekirina dergehê kir da ku alîkariyên mirovî û pêdiviyên têkoşîna li dijî Koronavîrusê, derbas bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hikumeta Sûriyê û Rûsya di 13`ê Gulanê de bi daxuyaniyeke hevbeş gotibûn ku armanc ji vekirina dergeha Til Koçer veguhestina çekan ji bo "komên Kurdî" û derbasbûna çekdaran û nexweşên Koroanvîrusê ji bo erdên dewletên cîran, her wiha çalakiyên bazirganî û qaçaxçiyê ne.

‘TEWANÊN RÛSYA Û HIKÛMETA SÛRIYÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN‘

Rêveberiya Xweser ev tewan red kir û got: "Ev gotin nayê qebûlkirin û girêdayî helwest û ajandeyên siyasî yên Rûsya û hikumeta Sûriyê ye. Armanc jê dorpêçkirina herêmê ye û pêkanîna zextên siyasî li Rêveberiya Xweser e. Ev helwest nakevin xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê."

Rêveberiyê daxuyand ku Rûsya ji bo girtina dergehê Til Koçber ku ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo herêmê dihat bikaranîn, mafê redkirinê (Veto) bi kar anî û wiha diyar kir: "Li vê herêmê bi milyonan şênî û bi deh hezaran koçber ji bilî kampên Holê û Roj, hene."

‘HIKÛMETA SÛRIYÊ NABE HEVKAR‘

Rêveberiya Xweser bi bîr xist ku  Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi erkên xwe ranebû û hikumetê jî hevkariya Rêveberiya Xweser nekir. Her wiha rêwîtiyên balafiran ji Şamê ranewestand û hin kes bi qaçaxî derbasî herêmê kir û nehişt rastî kontrola tenduristiyê bên, vê yekê jî metiriysa belavbûna Koronavîursê li herêmê zêde kir.

‘GIRTINA DERGEHÊ TIL KOÇERÊ  DÊ KARESTEKE MIROVÎ BI XW RE BÎNE‘

Rêveberiya Xweser diyar kir ku girtina dergehê Til Koçer di demekê de ku vîrusa Koronayê (Covid-19) gefan li herêmê dixwe, her wiha rênedana girtina madeyên pêwîst ji bo têkoşîna li dijî vê şewbê yên wekî cîhazên PCR û cîhazên nefeskişandinê, derman û dermanên dezenfektekirinê û hwd.. û aloziya aboriyê ya ji ber daketina nirxê Leyreya Sûriyê, dê keraseteke mirovî bi xwe re bîne.

Di dewama daxuyaniya rêveberiyê de wiha hat gotin: "Em diyar dikin ku ev dergeh tenê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî  û alîkariyên ku dewletên hevalbendên QSD`ê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê dişînin, tê bikaranîn."

‘NABA MIJARÊN MIROVÎ JI BO BERJEWENDIYAN NEXŞERÊYA SERWERIYÊ WERE BIKARANÎN‘

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de girîngiya vekirina dergehê Til Koçber kir ji bo derbasbûne alîkariyên mirovî û pêdiviyên têkoşîna li dijî Koronavîrusê destnîşan kir. Her wiha dewletên ku vekirina dergehê red dikin ji bandorên keraseta mirovî li ser bi milyonan şêniyên herêmê, berpirsyar nîşan da.

Her wiha bang li hemû aliyên li Sûriyê kir ku mijarên mirovî ji bo berjewendiya nexşerêya serweriyê li Sûriyê bi kar neynin û got, şertên ku herêm tê re derbas dibe nexasim Sûriyê, ji her kesî tê xwestin ku bi berpirsiyarî tevbigerin da ku vê şewba xeternak derbas bikin. Her wiha ji bo îstiqrar û lihevkirina Sûrî-Sûrî kar bikin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din