Rêveberiya Xweser têkildarî komkujiya li Til Rifatê daxuyanî da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, komkujiya ku dagirkeriya Tirk li Til Rifatê pêk aniye dighêje asta sûcên şer û qirkirina etnîkî. Rêveberiyê bang li Rûsya û DYA û Yekitiya Ewropayê kir ku bi lez destwerdanê bike û sûcên rejîmê Tirkiyê rawestînin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Rifatê ya Şehbayê pêk anî û ku di encamê de 10 sivîl şehîd bûn û 10 birîndar bûn, daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye: "Dewleta Tirk a dagirker îro di saetên nîvro de şêniyên me yên koçberên ji Efrînê kirin hedef, di encamê de komkujiyeke nû li dijî koçberên ji herêmên Efrînê yên li Til Rifetê pêk hat, di komkujiyê de heta niha 10 kes şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn ku piraniya wan zarok in. Ev komkujî berdewama sûcên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Komkujiya hovane ya  ku Tirkiyê li dijî zarok û koçberên herêmên me pêk aniye dighêjin asta qirkirina etnîkî û li rêze sûcên şer û qetilaman zêde dibe.

Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de vê sûcê şermezar dikin, rejîma Tirkiyê û çeteyên wê jê berpirsyar dibînin. Di  heman demê de em bang li Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekitiya Ewropayê, dîsa saziyên hiqûqî yên navdewletî dikin ku bi lez destwerdanê bike û nehêle rejîma Tirkiyê ya sûcdar komkujiyan der heqê gelê me zêde bike."

ANHA

 


Mijarên Din