Rêveberiya Xweser têkildarî Paskalyayê 2 biryarname weşandin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 biryarname derxistin. Tê de cejna Paskalyayê ya xiristiyanan pîroz kir û bi vê boneyê hemû saziyên xwe kir betlane.

Di biryarnameyên Rêveberiya Xweser de roja cejna Paskalyayê ya Şerq hate diyarkirin ku ew jî roja yekşemê 28`ê Nîsanê ye.

Li gorî biryarnameyê hemû navend û saziyên Rêveberiya Xweser ji bilî saziyên ku karê xwe dewam bikin, vê rojê dikin betlane. Her wiha xiristiyanên li Sûriyê û hemû cîhanê bi vê boneyê pîrozbahiyan li dar dixin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din