Rêveberiya Xweser wê li Parîsê civîneke çapemenî lidar bixe

Îro wê şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li paytexta Fransa Parîsê der barê hevdîtinên wan bi berpirsên Franasayê re û rewşa Sûriyê, civîneke çapemenî lidar bixe.

Yek ji endamên şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku niha li paytexta Fransa Parîsê ye ji ajansa me ANHA`yê ragihand ku wan di serdana xwe ji Fransayê re hevîdtinên girîng bi berpirsên Fransayê re pêk anîn.

Endamê Rêveberiya Xweser ji ajansa me re diyar kir ku ew ê îro saet 12:30`an li gorî dema Rojava li otêla Westen a li paytexta Fransa Parîsê der barê hevdîtin, civînên wan bi berpirsên Fransayê re, her wiha der barê rewşa Sûriyê civîneke çapemenî lidar bixe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din