Rêveberiya Xweser welatiyên amerîkî vegerandina welatê wan

Berdevkê Fermî yê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li ser daxwaza hikumeta Amerîkayê, wan du jinên amerîkî û 6 zarokên ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê, vegerandin welatê wan.

Têkildarî Mijdarê, Berdevkê Fermî yê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Li ser daxwaza hikumeta Amerîka û li gorî rêgez û hevpeymanên navneteweyî yên mafên mirovan, ku Rêveberiya Xweser xwe dispêre wan û li gorî  daxwaza azad a hemwelatiyên amerîkî yên vegera li welatê xwe bê zext, du jinên amerîkî û 6 zarok vegeriyan DYA.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser di dema dawî de, bi deh jin û zarok ên malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku xwe radestî şervanên QSD`ê kiribûn, radestî hikumetên wan ên wekî Sûdan, Ozpakistan û Rûsyayê kir.  

(kc)


Mijarên Din