Rêveberiya Xweser xebatên wergirtina genim rawestand

Desteya Aborî û Çandiniyê roja 8`ê Tebaxê wek roja rawestandina wergirtina genim ji cotkaran diyar kir. Her wiha miqdarên genim ên ku wek gavek destpêkê dê radestî aş û bankên çandiniyê bike, eşkere kirin.

Desteya Aborî û Çandiniyê piştî ku miqdara hilberîna genim kêm bû,  wergirtina hilberîna genim a ji cotkaran re diyar kirine, rawestand.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina hilberînên genim û ceh ji cotkaran 22 navend diyar kirin. Xebatên wergirtinê ji destpêka meha Hezîranê ve destpê kirin. Di 6 navendên ku ji bo wergirtina ceh hatiye diyarkirin, xebatên wergirtinê di destpêka Tîrmehê de piştî wergirtina 170 hezar ton hatin rawestandin. Ji ber ku piraniya cotkaran ceh di turikên pilastîk yên ku rewşên hawayê tehemul nakin de, depo kiribûn.

Rêveberiya Xweser di çarçoveya stratejiya xwe ya piştgiriya her du beşên aş û bankên çandiniyê de diyar kir ku ew ê destpêkê 400 hezar ton genim radestî aşan û 200 hezar ton genim radestî bankên çandiniyê bike.

Girêdayî mijarê hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barudo destnîşan kir ku ev miqdar li gorî nirxandina berpirsên warên aş û bankên çandiniyê ne.

Barudo got: “Miqdarên genim ên di navendên xwe de ambar kirine, dê bi rêya pisporên komîteyên çandiniyê werin şopandin û ji bo genim telef nebe dê tedbîrên pêwîst bigirin.”

Hilberînên genim û ceh ên îsal rastî şewatên berfireh hatin. Li gorî komîteyan 435 hezar û 500 donim hatin şewitandin; Cizîrê 343 hezar donim, Firat 57 hezar û 600 donim, Reqa 7 hezar donim, Minbic 700 donim, Tebqa 21 hezar û 137 donim û Dêrazor 6 hezar û 160 donim.

Ji ber şewatan gelek zirarên madî çêbûn; 56 hezar û 240 dar di nav de 27 hezar û 800 dar li Cizîrê, 390 hezar û 390 dar li Dêrazorê, 2 hezar û 450 dar li Minbicê, 14 hezar dar li Tebqa û 11 hezar û 600 dar li herêma Firatê şewitîn.

Her wiha 9 patoz jê 7 li Cizîrê, 1 li Dêrazorê û 1 li Firatê şewitîn.

Tevî ku 10 ton ji hilberîna genim a ku hatiye berhevkirin li Dêrazorê û 33 ton li Tebqa şewitîn û ji ber şewatan 42 serî pez mirin.

Di vemirandina şewatan de 14 kes di nav de 9 sivîl û 5 leşker jiyana xwe ji dest dan.

Têkildarî makenîzmeya derbaskirina ziraran Barudo diyar kir ku Rêveberiya Xweser mijara dabînkirina tevahiya kesên zirar dîtine di ber çavan re derbas kiriye. Barudo balkişand ser ku dabînkirin dê li gorî lêçûna destpêka mewsimê be (tov û ajotina zeviyan).

Rêveberiya Xweser di 4`ê Tîrmehê de biryar da ku ji ber şewatên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dane dê cotkarên zirar dîtine dabîn bike.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din