​​​​​​​Rêveberiya Xweser zîhniyeta netewdewletê derbas kir û bû modeleke nû-2

Projeya Rêveberiya Xweser a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş dikeve ji gelê Sûriyê re bûye hêviya derbaskirina aloziyê û mîsogeriya mafan. Li dijî rêveberî di gelek qadan de êrişên hundirîn û derve têne kirin. Li gel domandina aloziyê û girêkbûna wê, gelên herêmên li gorî derfetên xwe xebatên xwe berewam dike, da ku Sûriyê bighîne aramiyê.

Netew dewlet ne wekî ku îdia dike şeklê sereke yê demokrasî, azadî û mafên mirovan e, lê berovajî vê ye, sîstemeke ku nirxên civakê înkar dike û ji bo berjewendiyên xwe dixebite.

Netew dewlet, yek ziman û yek çand li gelên bi çand û zimanên cûda yên li bi hev re li welatekî dijîn ferz dike, welat vediguherîne girtîgeheke tecrîdkirî. Her wiha dibistan, zanîngeh û navendên olî vediguherîne naveda avabûna welatiyekî ku li gorî berjewendiyên pergala wî ya serwer. Di heman demê de koletiyê li jinan ferz dike û jinan dike amûrekî cinsî. Di vir de em dikarin bêjin ku netew dewlet şêwazê herî desthilatdar e.

Di vê derbarê de, siyasetmedarê Sûriyê Semîr Ezam got: “Dewleta navendî ya "netewî" îsbat kir ku nikare dozên sereke û di serî de doza welatîbûnê, li tu welatan çareser bike. Avakirina welatekî bêyî wekheviya di navbera welatiyan di aliyên civakî, aborî û siyasî de dûrî etnîk, ol û mezhebên wan, ne pêkane.”

Ezam piştrast kir ku netewdeweletê nikarîbû pêşketineke aborî ya hevseng-mayînde di navbera herêman de ava bike, ji lew ra geşkirina aborî tenê bi her du navendan "Şam û Helebê"ve sînordar kir û herêmên mayî veguherandin sûkeke madeyên sereke yên bi nirxê erzan û veguherandin çavkaniya xebatkarên bi pereyên kêm kar dikin û sûkeke ji bo firotina berhemên her du navendên navborî bi buhayên zêde û wiha lê zêde kir: “Ev cudahiya di navbera herêman de ye û ji ber wê yekê aliyê aboriyê lawaz ma. Bi wê yekê, di sala 2011`an de netewdewleta navendî teqiya.”

 Aloziya Sûriyê ya ku di 2011'an de bi "Buhara Gelan" dest pê kir, ji ber destwerdana derve veguherî çekdarî. Ev şekilê rêveberiya- netew dewlet a ku banga yek al, yek ziman, yek netew û yek ol dike, nikara azadiyê ji gelê Sûriyê re bîne.

Di aloziya Sûriyê de komên ku navê opozisyonê li xwe dikin, tu projeye ji bo gelê Sûriyê neanîne ku karibe hêviyên wê yên azadî û demokrasiyê pêk bîne. Lê belê xwest ku sîstema  serwer a hakim were guhertin û cihê wê ya netew dewlet bigire. Ji ber vê yekê gelê Sûriyê azar kişandin û heya roja me ya îroyîn dikişîne.

Ezam tekez kir ku "rejîma Sûriyê" tu proje ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêşkêş nekir, her wiha komên îslamî û nûnerên wan di hevbendiya Stanbolê de tu projeyên çareseriyê pêşkêş nekirin. Ezam wiha domand: “Wan her du aliyan di dirêjahiya 9 salên şer de, şerê hev kirin û piştgirî ji hêzên leşkerî yên biyanî ku destwerdan kirin xwestin, da ku hev tune bikin û bi tena xwe li ser desthilatê û berhemên binerd serwer bin. Di encama şerê wan de, nîvê Sûriyê hate rûxandin, nîvê welatiyên Sûriyê hatin koçberkirin û her du aliyên şer veguherîn çeteyên dewletên ku alîkarî ji wan xwestin."

Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeklekî nû yê rêveberiyê pêş ket ku xwe dispêre gelek regezên nû ku derfet dide tevahî gelan bi cudabûna çand, ziman û olên wê da ku bi hev re beşdarî rêvebirinê bibin. Li ser vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê rêveberiya yekemîn e ku di 21'ê Çileya 2014'an de hate ragihandin. Piştre li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberiyên sivîl û xweser hatin avakirin.

RÊVEBERIYA XWESER JI BO GELÊN HERÊMÊ ÇI PÊK ANÎ?

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê lingê sereke yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê danî û herêmê ji şerê navxweyî û mezhebî dûr xist. Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û tevî hemû hewldanên têkbirina vê projeyê û ambargoya aborî, siyasî û doplmasî ya li ser herêmê, lê rêveberiyê herêm û pêkhateyên wê parastin û gelek destkeftî bi dest xistin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Mihemed Elî El-Ebo dibêje: "Şêniyên Minbicê tecrubeya Rêveberiya Xweser a li Rojava hate ragihadin û beşdarbûna gelan di xwerêvebirinê de ecibandin, bi vê yekê rêveberiya sivîl a Minbicê ava kir."

El-Ebo destnîşan kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser ji bo şêniyên Minbicê tiştekî nû bû, lê elaqiya mezin a bi rêveberiyê hişt ku ev rêveberî li Minbicê bi ser bikeve. Her wiha El-Ebo diyar kir ku ev sîstem hişt ku şaştiyên ku derdikevin werin derbaskirin û wiha domand: "Em hêvî dikin ku ev tecrube li gelemperiya Sûriyê were pêkanîne, ji ber ku çareseriya herî guncaw e ku mûzaîka gelê Sûriyê biparêze."

Li aliyekî din endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif anî ziman ku tevî hemû aloziyan, Rêveberiya Xweser dikarî di nava 7 salan de encamên erênî di her qadan de pêk bîne û wiha domand: "Rêveberiya Xweser gelek gavên erênî avêt. Di nav de jiyana hevbeş a di navbera hemû gelên herêmê de parast, zihniyeta baviksalarî şikand û pergala hevserokatiya afirand. Di heman demê de tevahî pêkhate beşdarî rêvebirina herêmê  kirin, ku gaveke yekemîn a şoreşgerî li welat e, bi rêya wê tevahî gel bi hemû nasnameyên xwe nêrîna xwe îfade dike û xwe bi rêxistin de da ku bibe xwedî rol."

Foza Yûsif destnîşan kir ku tevahî destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser bi dest xistin ji bo tevahî gel û pêkhateyên e û got: "Rêveberiya Xweser di nava 7 salên borî de rêveberiyeke serkeftî di rêvebirina aloziyê de bû, her wiha ji bo xurtkirina ewlehî û aştiya navxweyî ya di navbera hemû pêkhateyan de rêveberiyeke serkeftî bû. Ji ber ku serkeftinên ku bi dest xistinebû tecrûbeyeke serkeftî ji bo dîtina tevahî çareseriyan ji hemû pirsgirkên kêmnetew û pêkhateyên ku bi hev re dijîn."

DÛRXISTINA RÊVEBERIYÊ

Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku dûrxistina Rêveberiya Xweser ji civînên Cinêv û Astanayê, encamên siyasetên ku vîna gelên herêmên dike hedef e û siyasteke plankirî ye.

Foza Yûsif  got: " Ji bo ku Rêveberiya Xweser bibe berdevkê herêmê di tevahî qadên navneteweyî de, divê aliyên siyasî yên Sûriyê yên dixwazin alozî bi dawî bibe, têkoşîn û xebateke hevpar bimeşînin."

Foza Yûsif da zanîn ku tevî êrişên siyasî û leşkerî yên derve yên li dijî rêveberiyê û herêmên wê, xebat di pêvajoya heyî de berdewam e, da ku Rêveberiya Xweser bibe nûnerê herêmê di qadên navneteweyî de bi taybet ji bo xebatên çareserkirina aloziya Sûriyê de.

Tevî berjewendiyên hêzên ku destwerdanê li aloziya Sûriyê dikin û tevahî êrişên li dijî rêveberiyê, lê di projeya xwe ya demokratîk a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê de ya bi rêya siwana xwe ya siyasî (MSD) berdewam e.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) yek ji aliyên aktîv di cografiya Sûriyê de ye û nûnerê gelek netew, ol, beşên civakê, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî dike. MSD'ê di pêvajoyeke hestiyar ji temenê aloziyê Sûriyê de ji 9'ê Kanûna 2015'an de hate damezirandin.

HÊVIYA GELÊN SÛRIYÊ

Tecrubeya Rêveberiya Xweser ji aliyê gelê Sûriyê ve hate qebûlkirin, ji ber ku ji pirsgirêkan re çareseriyan hildigire, nemaze piştî ku MSD'ê projeya xwe ya komkirina hejmareke mezin a aliyên opozisyonê  bi rêya gelek hevdîtin, kongre û komxebatên li ser asta Sûriyê ya bi navê diyalogên sûrî-sûrî li hev kom kirin.

Piştî ku MSD'ê ev tecrube di civîn, hevdîtinên şêwerî yên bi opozisyona derve re da naskirin, projeya Rêveberiya Xweser li gel opozisyona Sûriyê ya li derve jî deng veda.

Şîroveya durust a têghîna Rêveberiya Xweser hişt ku gelek hêz, partiyên siyasî, akademîsyen û çalakvanên sivîl destekê bibin vê tecrubeyê û wekî modela pêşeroja Sûriyê destnîşan bikin.

Li ser mijarê, serokê Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê ya muxalif Mihemed Bermo da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo tevahî sûriyan hêvî ye û projeyeke avakar e, ku li ser wê dendika Komara Sûriyê ya sêyemîn tê avakirin. Bermo bang li aliyên ku dixwazin aloziya Sûriyê were çareserkirin, kir ku destekê bibin projeya Rêveberiya Xweser.

Bermo axaftina xwe wiha domand: "Li gel tunebûna tu modelê li cem opozisyona Sûriyê û ji ber aloziya li Sûriyê ya di gelek qadan de siyasî, leşkerî û civakî de, Rêveberiya Xweser tecrûberyeke baş e û bûye xwedî pispor û geş bû."

 Serokê Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê ya muxalif Mihemed Bermo bang li aliyên siyasî yên opozisyonê û hikumeta Şamê kir ku ji bo vê pêşxistina  vê tecrûbeyê bixebitin û ji sifirê dest pê bikin.

Siyasetmedarê Sûriyê Semîr Ezam dibîne ku dewleta navendî modeleke kevin e vedigere sedsalên navîn û êdî bi kêrê bi serdemê nayê û wiha axaftina xwe dewam kir: “Pêwîste em destnîşan bikin ku hemû welatên pêşketî û modern, welatên nenavendî ne. Her wiha hemû welatên ku lê şerê hundirîn rû daye û şer lê ranewstîne, dê ji bilî dewleta nenavendî tu çareyê ji aloziyên xwe re nebînin.”

Ezam îşaret bi rewşa jihevketin û belavbûnê ya di nava welatiyên Sûriyê de kir, ku encama netewdewleta navendî û alozî û şerên ku bi xwe re anîne ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sûriyeke di aliyê xak û gel de yekbûyî, pêkanîna wekheviya civakî, aborî û siyasî di nava gelê Sûriyê de û pêkanîna pêşketina hevseng-mayînde di nava hemû herêman de, tenê bi projeya Komara Sûriya nenavendî û demokratîk pêkane.”

KONGREYEK JI BO PÊŞXISTINA RÊVEBERIYÊ

Ji bo pêşxistina vê tecrûbeyê û derbaskirina şaştiyên ku di salên dawî de li pêşiya Rêveberiya Xweser derketine, sîwana siyasî ya rêveberiyê MSD'ê 3 komxebat li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin. Ev komxebat bi lidarxistina "Kongreya Nîştimanî ya şêniyên Cizîrê û Firatê" encam da. Zêdetîr 300 kesayetên partiyetî û siyasî yên serbixwe û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî vê kongreyê bûn. Kongrê bi 12 bend ji pêşniyar û biryaran ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser encam da.

Ji birayaran, pêşxistina xebatên saziyan, pêşxistina projeyên aborî li gorî mercên  ku herêm tê re derbas dibin û ambargoyê, xurtkirina parastin û saziyên leşkerî, derbaskirina kêmasî û aştiyan, xurtkirina çavdêrî û şopandinê, têkoşîna li dijî gendeliyê û pêkanîna hilbijartinên demokratîk.

ÊRIŞÊN LI SER PROJEYÊ

Projeya demokratîk a ku Rêveberiya Xweser bi pêş dixîne, ji bo demokratîkbûyîna Sûriyê bûye mînak, projeyê planên hêzên derve yên dabeşkirina Sûriyê  têk birin, her wiha hikumeta Şamê neçar dike ku zihniyeta xwe ya dûrxistin û paşguhkirina aliyên din biguhere.

Ji ber vê yekê ev proje dibe armancên êrişên hundir û yên hêzên herêmî di serî de dewleta Tirk. Li ser vê yekê dewleta Tirk bi erêkirina Rûsya di Adara 2018'an de Efrîn dagir kir. Her wiha bi hevkariya Amerîka ya bi dewleta Tirk re rê li ber dewleta Tirk vekir da ku Serêkaniyê û Girê Spî di Mijdara 2019'an dagir bike. Niha hevkariya Rûsya ya bi dewleta Tirk re didomîne da ku Eyn Îsayê were dagirkirin, an jî vegere bin serweriya hikumeta Şamê.

Di rastiyê de, êrişên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser ji êrişên leşkerî zêdetir e. Ji ber ku ev projeya ku li herêmê bi pêş dikeve kiryarên netew dewlet û sîstemên desthilatdar eşkere dike. Her wiha civaka demokratîk û jiyana hevbeş dide nasîn.

'DIVÊ EM JI HEMÛ ÎHTÎMALAN RE AMADE BIN Û PIŞTGIRIYÊ BIBIN RÊVEBERIYÊ'

Foza Yûsif li ser pêşeroja herêmên Rêveberiya Xweser dibêje: "Şerê li Sûriyê bi dawî nebûye û alozî hîna bi dawî nebûye. Sûriyê hîna navenda şerê cîhanê ye, heger herêm di destûra Sûriyê ya pêşerojê de tunebe û mafên Rêveberiya Xweser mîsoger nebe, em ê nikaribin gefan li ser herêm û rêveberiyê rakin."

Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif di dawiyê de got: "Bê guman divê em xwe bispêrin hêza xwe ya xweser û hêza pêkhateyan û xwe ji hemû îhtîmalan û êrişên leşkerî, êrişan çi leşkerî be, an aborî an siyasî be amade bikin û wekî tevgerên siyasî û civakî bi Rêveberiya Xweser re bisekinin û li hemberî gefan destekê bidinê."

ANHA


Mijarên Din