Rêveberiya Xweser: Ziyana şewatan 19 milyar lîreyên Sûriyê ye

Desteya Çandinî û Aborî ya Rêveberiya Xweser zirarên ku gihaştina zeviyan bi 19 milyar lîreyên Sûriyê nirxand. Her wiha miqdara zirarên ji ber şewatan eşkere kir û sedemên wê vegerandin 3 sedemên sereke.

Bi destpêkirina mewsima çinînê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewatên mezin di nava zeviyên şêniyan de çêbûn. Van şewatan gelek ziyan dan cotkaran. Rêveberiya Xweser şewat bi zanabûn wesifand û got armanca şewatan têkbirina aboriya herêmê û afirandina atmosfera ne baweriyê di navbera Rêveberî û şêniyan de ye.

Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê rûbera zeviyên ku ji 16`ê Hezîranê ve û heya niha şewtîne derdora 40 hezar û 860 hiktar e.

Serjimariya şewatan li herêmê wiha ye; herêma Cizîrê 34 hezar û 600, herêma Firatê 2 hezar û 450, Tebqa hezar û 800, Reqa hezar û 500, Dêrazor 350 û Minbicê 110 hiktar in.

Her wiha hezar û 650 turik jê hezar û 500 li Tebqa û 150 li Dêrazorê şewitîn.

Tevî ku 2 hezar dar jê 500 dar li herêma Firatê û hezar û 500 li Tebqayê, 3 alavên çandiniyê ( 2 patoz û tirektorek) û malek li herêma Cizîrê şewitîn.

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê  ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Xezîm ji ajansa me re diyar kir ku ew zirarên ku gihaştine 19 milyar lîreyên Sûriyê dinirxînin.

Emel got: “Ne tenê zirarên madî çêbûn,7 kes ji hêzên ewlehiyê, tîmên agirvemirandinê û şêniyan dema hewl didan şewatan vemirînin jiyana xwe ji dest dane. Heman demê de bi dehan kes birîndar bûne.”

Emel diyar kir ku gelek sedemên şewatan hene û wiha pê de çû: “Desteyê, şewatên ku çêbûne bi sê cureyan sinifandin; bi zanabûn, rewşa hawayê û şaştî."

Di dawiyê de Emel sersaxî ji qurbaniyên şewatan re xwest.

Sedema piraniya şewatên ku li herêmê çêbûne ne diyar bû û Rêveberiya Xweser got ew bi zanabûn in.

Gelek şewat ji ber çîka kerhebeyê çêbûn, yek tenê jî li herêma Cizîrê bi sedema birûskê pêk hat. Gelek haletên din jî ji ber şaştiyan bûn, jê avêtina boçikên cigareyan li ser rêyên giştî û nêzî zeviyan. Hinek din jî ji ber çirûska şatmanên alavên çandiniyê.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser girêdayî geşedanên lêkolînên ku ji bo naskirina sedemên şewatan çêkirine got: "Şopandin û lêkolîn berdewam e û di demek guncew de dê encam werin ragihadin".

Îro ajansa me weşandibû ku gelek şewat li herêmên Cizîr û Firatê rû dane, ji ber wê ev serjimarî dê di saetên pêşiya me de zêde bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din