Rêveberiyên xweser ên Efrîn û Firatê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anîn

Rêveberiya Xweser a herêma Efrîn û Firatê di salvegera 16`emîn a Serhildana Qamişlo de şehîdên serhildanê bi bîr anî û soza şopandina rêya wan da.

Bi sedan endamên saziyên sivîl û şêniyên herêma Efrînê li qada Kampa Berxwedan a li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anîn.

Şêniyan pankartên "Em êrişên hovane yên li ser gelê me di 12`ê Adarê de şermezar dikin", "Bijî serhildana gel li hember faşîst û dîktatoran" û "Em şehîdên 12`ê Adarê li Rojava bi bîr tînin" hildan.

Paşê daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê ve hat dayîn. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê endamên Dîwana Meclisa Zagonsaz a Herêma Efrînê Mihemed Bekir û Eyşe Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serhildana 12`ê Adara 2004`an rê li pêşiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê vekir, li pêşiya hemû şoreşên Bihera Ereban bir, di dîroka gelê Kurd, yekitiya wî û şikandina metirsiyan de qonaxek bû. Serhildana Qamişlo nameyek diyar ji bo binketina siyaseta helandin û tunekirinê bû, peyamek ji rejîma neteweperest re bû da ku baş rastiya gelê Kurd ê ku tu carî naweste û natirse, nas bike.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê û di dema ku bang li gelê Sûriyê bi tevahî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet dikir ku yekitiya xwe ava bikin û li hember dagirkeran û komên girêdayî wê di yek rêzê de bisekinin, parastina Sûriyê weke dewleteke pirreng mafên hemû pêkhateyan hatine bidestxistin, bikin. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku erka xwe ya mirovî û exlaqî pêk bîne û destwerdanê bike, mirovahî û binesaziyê Sûriyê rizgar bike û zextê li Tirkiyê bike da ku ji Baurê Sûriyê vekişe.

Di dawiyê de dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

KOBANÊ

Bi dehan endamên saziyên rêveberiya kantona Kobanê, endam û rêveberên saziyên sivîl, mafnas û bijîşk li stada Kaniya Kobanê kom bûn û şehîdên 12`ê Adarê bi bîr anîn.

Paşê daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê hevseroka Nivîsgeha Enerjiyê ya herêma Firatê Nesrîn Kenan û bi zimanê erebî ji aliyê hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Bozan Birkul ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi boneya salvegera 16’emîn a Serhildana Qamişlo em bejna xwe li ber şehîdên Serhildana Qamişlo û tevahî şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditewînin.

Roja 12'ê Adara 2004’an ku rejîma Sûriyê bi awayekî plankirî û bi armanca bêdengkirin û tunekirina gelan li bajarê Qamişlo 30 ta 40 ciwanên Kurd bi awayekî hovane şehîd xistin, lê hêz û berxwedana gel hişt ku hikûmeta Sûriyê bibêje ku Kurd parçeyekî Sûriyê ne. Di encama berxwedana gel de serhildan li bajarên wekî Efrîn, Kobanê, Heleb û navenda bajarê Şamê belav bû û rejîma Baas li dijî gelê sîvîl bi guleyan derket, hemû hovîtiya xwe li ser gelê Kurd pêk anî û bi hezaran kes hatin destgîrkirin. Lê gelê Kurd serî netewand û berxwedana xwe di asteke bilind de da meşandin ji bo xistina mafê xwe yê rewa û azadiya gelê xwe û li her deverê dest bi çalakiyên protestoyî yên aştiyane û demokratîk kir û zîhnîyeta dewletê şermezar kir.

Lê hikumeta Sûriyê hîna jî dev ji zîhniyeta înkarkirinê bernedaye ku serokê wê Beşar El-Esed dibêje ku tu doza gelê Kurd li Sûriyê tune ye û Kurd koçber in li ser axa Sûriyê bi çih bûne, lê xuya dike ku mohra gelê Kurd li Sûriyê vedigere berî xêzkirina sînorên dewleta Sûriyê, ev jî têrê dike ku bibe bersiv ji zîhniyeta wan re.

Em bi navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê hemû şehîdên 12’ê Adarê bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku em li pey şehîdên xwe bin û rêya wan bişopînin û li dijî zîhniyta nîjadperest derkevin û feraseta jiyana wekhev û biratiya gelan pêk bînin.

Bijî berxedana Serhildana 12’ê Adarê. Şehîd namirin."

ANHA


Mijarên Din