Rêveberên ENKS`ê buroyên xwe venekirine!

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di çarçoveya însiyatîfa KNK`ê de destûra vekirina buroyan da partiyên neruxsetkirî. Lê dîsan jî partiyên behsa mijarê buroyên xwe venekirine. Ji bo naskirina sedemên vê rûdanê hindek siyasetmedar û kesên têkildar ji ajansa me re axivîn.

Ji bo avakirina yekitiya refa Kurdî li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurtdistanê KNK- Rojava di 1`ê Çileyê de civînek lidar xist. Di civînê de komîteyek hate avakirin, ev komîte dê bi hemû partiyên li herêmê re bikeve nava têkiliyan. Wekî gava destpêkê beşdarên civînê pêşniyar kirin ku bi Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê re dest bi diyalogan bike, da ku partiyên ku ruxset li gorî qanûnên kantonê wernegirtine buroyên xwe vebikin û girtiyên siyasî eger di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hebin werin berdan. Ji ber ku partiyên nexwestin rûxsetê bigirin ev herdu xal wekî bihane û hinceta nerazîbûnên xwe digirin dest.

KNK-Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re hatin ba hev û li ser gelek nuqteyan lihev kirin. Jê vekirina buroyên partiyên bê ruxset û serbestberdana girtiyên siyasî eger di girîgehên rêveberiyê de hebin. Ev nuqte di kongreyek çapemeniyê de di 4`ê Çileya 2019`an de hatin eşkerekirin.

Daxwazên wan hatin cih lê buroyên xwe venekirin

Piştî biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a vekirina buroyên partiyên bêruxset, KNK-Rojava dest bi danûstandinan bi partî û rêxistinên siyasî kir da ku yekrêziya refa Kurdî û nêrîneke siyasî hevpar derkeve. Lê hindek part (Partiyên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS) buroyên xwe venekirin. Tevî wê jî ji hevdîtinên yekser bi komîteya kongreyê re xwe dan alî.

Endama Komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Derya Remedan diyar kir ku ew bi erka xwe rabûn, bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re mijara vekirina partiyên bêruxset buroyên xwe nîqaş kirin, lê ew partî heta niha buroyên xwe venekirin. Her wiha niyetên xwe girêdayî armancên KNK-Rojava ji bo yekrêziya refa Kurdî nîşan nedan û xwe dan aliyekê.

Tiştek li gel me tune ye heta ku em bêjin!

Ji bo naskirina sedema nevekirina partiyên ENKS`ê buroyên xwe, me hewl da bi yek ji rêveberên encûmenê û endama buroya siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê(Yekitî) Fesla Yûsif re biaxivin, lê Fesla ji dayîna daxuyaniyekê ji ajansa me re xwe da alî û got: "Tiştek li gel me girêdayî mijarê tune ye. Em li benda encamên hevdîtinên Fransayê ne." Fesla girêdayî ku hevdîtin pêk hat an na, tu daxuyanî neda. 

Çavkaniyek agahdar diyar kir ku piştî însiyatîfa KNK-Rojava û hiştina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku partiyên bêruxset buroyên xwe vekin, rêveberên ENKS`ê yên derve bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berezanî û serokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Iraqê re, rûniştine. Çavkanî got: "Berezanî ji wan re got heta demeke din buroyên xwe venekin."

Rêveberên ENKS`ê bi dijminên doza Kurd re di nav têkiliyan de ne

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo girêdayî mijarê diyar kir ku piraniya rêveberên ENKS`ê û malbatên wan li derve ne û nakokiyek di nêrîna rêveberên ENKS`ê de li derve û hundir heye. Gedo mînak da û got: "Mînak em bi endamên Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê(Yekitî) re di nav danûstandinan de ne û doza Kurd nîqaşan dikin. Lê em nikarin bi rêveberên wê yên derve re nîqaş bikin ji ber ku yekser bi dijminên gelê Kurd û doza wî re û aliyên ku hebûna kurd heta ku li başûrê Afrîqyayê red dikin, di nav têkiliyan de ne."

Gedo destnîşan kir ku rêvebrên ENKS`ê yên ku derketina derve li du berjewendiyên xwe yên kesayetî û komkirina pere dibezin û xwe avêtin hemêza Koalîsyona Sûriyê. Gedo wiha got: "Kolana Sûrî baweriya xwe bi wan winda kir."

Daxuyaniya hejmarek endamên komîteya siyasî û rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê(Yekitî) ya hundir di 7`ê Gulanê de, gotinên Gedo tekez dikin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatibû diyarkirin: "Rêveberiya partiyê hindek biryarên ku di kongreya 8`an de hatibûn girtin ne anîn cih, jê helwesta partiyê ji dagirkeriya Tirk ji Efrîna kurdistanî re, paşguhkirina bûyerên ku li Efrînê bizanabûn ji hêla dagirkeriya Tirk ve pêk tên mîna bicihkirin kesên biyanî di Efrînê de, guhertina demografîk û bipêkirinan. Tenê berpirsyariyê dagikirinê xiste stûyê çeteyan (ji bo zanînê di daxuyanî û civînên wan de piştî kongreyê peyva dagirkeriya Tirk nehate bibîrxistin) û tenê konferansên partiyetî tevî ku li ser makenîzmeya li darxistina wê hatiye lihevkirin li dar dixe. Rêveberên partiyê ev şêwazên berê mîna paşguhkirin û dudilî di helwestên xwe de bi kar anîn û xwe ji sozan şûştin."

Girtina biryaran bi awayekî tekekesî û biçûkxistina partiyê

Daxuyanî ev tişt jî tekez dike: "Hindek kesên bi bandor mifselên serdestiyê yên bi rêya wê çaranûsa Kurd di civînên navdewletî de diyar û nîqaş dibin, di dirêjahiya 6 salan de desteser kirin. Hîna ew kes di cihên xwe de ne bêyî ku girîngî bidin bernameya partiyê ya siyasî û armancên wê. Helwest û bihaniyên wan êdî ji kesekî ve nayên veşartin. Mîna ku sekreterê berê yê partiyê Ibrahîm Biro kiriye. Biryarên partiyê bi awayekî tekekesî girtin û bingeha rêveberiyê ya komî û sazî biçûk xist."

Daxuyanî hindek kiryarên sekreterê Partiya Yekitî yê berê eşkere dike: "Di yekemîn civîna xwe de di Encûmena Niştîmanî ya Kurd de, xwe wek bernemzetê komîteya têkiliyên derve pêşniyar kir bêyî ku jî şêwira rêveberiya partiyê bigire û ji wê û şûnde di hemû biryarên siyasî de dest werdida.. Jê wergirtina rêveberiya desteya danûstandinan, komîteya têkiliyên derve û serokatiya Meclisa Niştîmanî ya Kurd. Biro tevahiya hewldanên li dijî xwe paşguh kirin

Çavdêrên rewşa Kurd li Rojava dibînin ku Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê naxwaze karê siyasî li Rojava bidomîne û biryarên wî ne di destê wê de ne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din