Rêveberên Rojava û wezîra Siwêdê bi online rewşa siyasî axivîn

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û MSD’ê, îro; online bi Wezîra Karên Derve ya Siwêdê Ann Lind re civiyan. Di civînê de beşdaran rewşa Sûriyê, xebatên siyasî, gefên dewleta Tirk û diyaloga Kurdî-Kurdî nîqaş kirin.

Li gorî daxuyaniya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya ku li ser hesabê xwe yê li ser malperên tevna civakî belav kiriye; îro Wezîra Karên Derve ya Siwêdê Ann Lind bi şandeya hevbeş a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek online li dar xist. Şandeya hevbeş ji Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, Cigîrê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya û Hevserokê Gerînendeya Têkiliyên Derve Dr. Ebdulkerîm Omer û Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Skandinavyayê Şiyar Elî pêk hat.

Gerînendeyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku aliyan, rewşa giştî ya Sûriyê, rewşa li herêmên Rêveberiya Xweser, xebatên siyasî, gefên dewleta Tirk û diyaloga Kurdî-Kurdî gotûbêj kirine. Rewşa girtiyên DAIŞ û malbatên wan ên di kampan de û pêwîst e civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe di vê mijarê de bînin cih, hatin nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wezîra karên derve ya Siwêdê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kiriye. Ann Lind da zanîn ku ew ê hewl bidin wan êrişan û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bidin rawestandin. Her wiha bal kişand ku tevlêbûna MSD û Rêveberiya Xweser di civîn û nîqaşên Neteweyîn Yekbûyî (NY) de yên têkildarî rewşa siyasî ya li Sûriyê û di destûra Sûriyê de, pêwîstiyek e û dê ji bo pêkanîna wê bixebitin.

Di daxuyaniya gerînendeyê de hate gotin ku Ann Lind hewldanên MSD`ê yên erênî yên ji bo diyaloga Sûrî-Sûrî silav kir û piştrast kir ku ew piştgiriya diyaloga Kurdî-Kurdî dikin. Di dawiya hevdîtinê de, aliyan li ser lidarxistina mîna van hevdîtinan di pêşerojê de li hev kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din