Rêwîtî û li rexma koçberiyê hevgirtina hezar û 500 kesên ji çiyayê El-Zawiye

Hezar û 500 şêniyên ji Çiyayê  El- Zawiye yê ku ji ber şer çend caran koçber bûne, mînaka hevgirtin û jiyana komî ne. Ew niha li kampek a girêdayî Reqayê bicih bûne û bi hev re jiyana xwe didomînin.

 Rejîma Sûriyê ji bo wan herêmên di destpêka aloziya Sûriyê de winda kirine vegerîne, bi awayek hovane û bêserûber herêman topbaran dike. Ji ber van hovîtiyan bi hezaran şêniyên Sûriyê hatin kuştin û bi milyonan jî koçber bûn. Hindek ji wan koçberî dewletên cîran û Ewropayê bûn û hinek din jî xwe spartin herêmên Bakurê Sûriyê yên ewle. Di nav wan de şêniyên herêma Çiyayê El-Zewiye jî hene. Şêniyên herêma Çiyayê El- Zewiye ji 2016`an ve ji warên xwe koçber bûne.

Rêwîtiya koçberiyê ji Çiyayê El-Zawiye ber bi Efrînê ve destpê kir

Hezar û 500 kes ji şêniyên Çiyayê El-Zawiye ya ku dikeve başûrê gundewarê Idlibê qebûl nekirin ku ji warên xwe derkevin. Lê ji ber topbarana rejîma Sûriyê û terora Cebhet El-Nusra neçar man berê xwe bidin bajarê Efrînê yê ku li Bakurê Sûriyê herêma herî ewle bû.

Erda zeytunê şêniyên Çiyayê El-Zawiye hemêz kir

Kantona Efrînê bi hezaran koçber ji herêmên cuda yên Sûriyê pêşwazî kir. Di nav de koçberên herêma Çiyayê El-Zawiye yên ku Efrîn ji xwe re wek stargehekê hilbijartin, jî hebûn. Şêniyên Efrînê koçberên Çiyayê El-Zawiye di malên xwe de bê pere pêşwazî kirin. Tevî dorpêça dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî, efrîniyan alîkariya koçberan kirin û du salan ew di nava xwe de girtin.

Ji ber binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker neçar man ber bi Minbicê ve koçber bibin

Piştî danûstandina baş û ewlehiya ku koçberên Çiyayê El-Zawiye li Efrînê dîtin, lê çeteyên ku şêniyên Çiyayê El-Zawiye tehdîd dikirin heman komên ku Efrîn dagir kirine. Di encama topbarana balafirên artêşa Tirk dagirker de, şêniyên Çiyayê El-Zawiye neçara man careke din koçber bibin û li herêmên ewle bigerin. Vê carê berê xwe dan bajarê Minbicê û li wir tenê sê rojan man. Piştî wê berê xwe dan Reqayê da ku ji binpêkirinên dagirkeriya Tirk dûr bikevin.

Koçberên Çiyayê El-Zawiye berê xwe dan bajarê Reqayê  ku nû hatiye rizgarkirin û li gundê Ebû Qibîî li rojhilatê bajarokê El-Kesrat li başûrê gundewarê Reqayî bi cih bûn. Şêniyên gund ji wan re qada otêlekê veqetandin da ku konên xwe vegirin û otêlê ji bo jinên jinebî, kesên astengdar bi kar bînin. Şêniyan xwe di nav komînan de bi rêxistin kirin. 

Sûd ji pergala komînan a Efrînê girtin û careke din xwe di nav kampê de bi rêxistin kirin

Ji ber jiyana wan a bi awayekî komî di dirêjahiya koçberiyê de hişt ku bi hev re kar bikin. Piştî ku di gund de  bi cih bûn, di gava yekê de 5 komîn,  meclisek  û komîteyên girêdayî wê di nav kampê de ava kirin. Meclis û komîn ji hêla koçberan ve  û bi koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê têne birêvebirin. Meclisa Sivîl a Reqayê di destpêka koçberiya wan de hindek alîkarî ji wan re pêşkêş kirin.

Sûka kampê bûye meqeseda şêniyên gundên derdorê

Hezar û 500 kes di nav malbateke de hevgirtî ne. Ev malbat ji destpêka koçberiyê ve ji Çiyayê El-Zawiye dest ji endamekî xwe berneda.

Her wiha li benda rêxistinên mirovahiyê neman, projeyên xwe yên komî vekirin û pêdiviyên kampê tevî derfetên xwe yên kêm peyda kirin. Ji tevahiya şêniyên kampê pere hate komkirin da ku projeyên xwe di nav kampê de mîna dikanên şînatî, goşt, kafê nêt, dikana tiraşê, dikana hesinkariyê, vekin. Sûka kampê bûye meqseda şêniyên gundên derdorê û şênî pêdiviyên xwe jê peyda dikin.

Tevahiya qezencên wan vedigere sindoka kampê

Tevahiya projeyên kampê dikevin xizmeta pêşxistina aboriya kampê beyî ku kesek destheqê xwe bibe. Ew qezenc vedigere sindoka kampê da ku projayên xizmetguzarî di nav kampê de pêk werin. Mîna warê tenduristiyê, perwerde û sererastkirina her pirsgirêkekê ku di kampê de derdikeve.

Zarokên kampê piştî koçberiyê ji Efrînê daniştokên xwe winda kirin

Rêveberiya kampê bi koordîneya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi vekirina dibistanekê di nav kampê de kir. Komîteyê ji bo wê konek fireh bi daniştok û depan amade kir. Kesên xwedî bawername yên di kampê de bi dildarî perwerde didin. Prosesa perwerdehiyê ji salek û nîv ve hîna berdewam e da ku zarok kêmasiyên xwe derbas bikin.

Bi hevgirtina xwe nuqteyeke tenduristiyê di nav kampê de vekirin

Bi hevgirtina xwe nuqteyeke tenduristiyê û dermanxaneyeke biçûk vekirin. Nuqteya tendursiyê bê pere xebatên xwe pêşkêş dike.

Endamê rêveber ê Kampa Ebû Qibîî koçberê ji Idlibê Tirkî Deidû ji ajansa me re avivî. Rêwîtiya koçberiyê û astengiyên ku rastî wan hatine wiha vegot: “Em bang li Meclisa Sivîl a Reqayê û rêxistinên mirovahiyê dikin ku serdana kampê bikin. Rewşa koçberan ji nêz ve nas bikin û alîkariyan pêşkêş bikin bi taybet di warê tenduristiyê de. Em rindiya şêniyên Efrînê ji bîr nakin. Em hêvî dikin ku Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û şêniyên wê vegerin warên xwe.”

Kampa Ebû Qibîî jiyana hevpar û biratiya gelan temsîl dike, ev tişt di gera me ya di nav kampê de û naskirina rewşa kampê diyar bû.

(şx/bm)

ANHA  


Mijarên Din