Rêwîtiya Cebhet El-Nusra ya ji bo parastina berjewendiyên Tirkiyê

Gelek nav, bi her mercek navdewletî re cilek nû û teknîkên guhêrbar; ev hemû Cebhet El-Nusra li Idlibê dike da ku berjewendiyên Tirkiyê biparêze.

Niha Heyet Tehrîr El-Şam ango Cebhet El-Nusra berê, lîstoka guhertina xîtabê, cilan li gorî zextên navdewletî û herêmî baş dilîze. Carekê îdia dike ku girêdayî El-Qaîdê ye, agirbestê bi civaka navdewletî re radighîne, carek din piştgiriya opozîsyonê dike û piştre dipelçiqîne. El-Nusra van hemûyan ji bo vejandina  xewnên imperetoriya Tirkiyê di avakirina îmarata Îslamî de pêk tîne.

Bi girtina tevgera gelêrî ya Sûriyê taybetmendiyek çekdarî û bi girêdana wê bi berjewendiyên herêmî û cîhanî re, Ebû Mihemed El-Colanî di dawiya 2011`an de derket pêş. Bi  daxwaza serokê El-Qaîdê beşek ango şaxek rêxistinê bi navê Cebhet El-Nusra li Sûriyê ava kir.

Ebû Mihemed El-Colanî tevî 6 çeteyên terorîst ên El-Qaîdê Salih El-Hemwî, Ebû Meriya El-Qehtanî, Ebû Celîbîb El-Urdnî, Ebû Umer El-Filistînî û Enes Hesen Xetab, di havîna 2011`an de derbasî Sûriyê bûn.

Rêwîtiya El-Nusra û serokê wê

Beriya ku em bikevin kuriya çîroka El-Nusra û qonaxên mezinbûna wê, divê em nas bikin ku rêxistin ji ku derê ava bû û rêgezên wê çawa hatin danîn. Gelek kes van tiştan paşguh dikin û cudahî dixin di navbera DAIŞ û El-Nusrayê de. Lê di rastiyê de jêdera avabûna her duyan yek e.

Ji ber taybetmendiya sînorên Sûriyê û Iraqê yên berfireh, komên terosrît bi kar anîn. Berovajî ku berê dihat naskirin, komên cîhadî yên ku ji Sûriyê bi hinceta şerê Amerîka derbasî Iraqê dibûn, vê carê Sûriye bûye qubleya wan rêxistinan.

Di tariya şevek a  sala 2011`an de, komek terorîst ji rêxistina El-Qaîdê bi serkêşiya Ews El-Musilî kom bûn û derbasî Sûriyê bûn. Berovajî hevalên xwe mîna Ebû Celîbîb û Ebû Meriya El-Qehtanî yên ku li gel istixbarata herêmî û navdewletî dihatin naskirin, Ews El-Musilî kesek nenas bû.

Armanca vê rêwîtiya beyarê veguhestina tecrubeya DAIŞ`ê li Iraqê ji Sûriyê re bû. El-Musilî mîna Ebû Bekir El-Bexdadî serokê DAIŞ`ê di girtîgeha Boka ya Amerîkayê de hatibûn girtin. Piştî ku derketin, El-Bexdadî bû mîrê DAIŞ`ê û El-Musilî bû waliyê Nînawayê.

El-Colanî û El-Bexdadî mîrên şerekî ne, lê bi rêbazên cuda

Her duyan nedizanîbûn ku derbasbûna Sûriyê dê bibe sedema parçebûna wan ji aliyê rêxistinî ve. Tevî wê jî lê her du bi heman fikrî û planan dixebitin.

Her yek bû mîrê şerekî li ser berava xwe. El-Bexdadî bû serokê DAIŞ`ê û El-Musilî gelek caran navê xwe guhert û di dawiyê de bû Ebû Mihemed El-Colanî.

El-Bexdadî û El-Colanî girêdayî heman fikrî û ideolojî ne. Lê li gorî çavkaniyan her duyan li ser rêbaz, şêwaza hikumê û têkiliyên navdewletî li hev nekirin. El-Bexdadî hewl dida fikrên xwe yên tundrew û dijminahiya tevahiya dewletên cîhanê ragihîne. El-Colanî jî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe hewl dida bi dewletên rojavayî û opozîsyonê re agirbestê ragihîne.

Serçeteyê bi navê Ebû Salih El-Hemwî yê ku ji Cebhet El-Nusrayê qut bûye, eşkere kir ku El-Colanî li ser perspetktîvên mîrê El-Qaîde Eymen El-Zewahrî rûniştandina têkliyan bi Tirkiyê re û parastina berjewendiyên wê teqez kir.

Xeta El-Nusra di navbera El-Qaîdê û şoreşê de li gorî lihevkirinên navdewletî

Mîna ku me di destpêkê de gotibû, rêxistina El-Nusra li gorî rewşên siyasî yên navdewletî û herêmî xwe diguhere. Di vir de xuya dibe ku tevgerên El-Nusra yên zîrek ne ku ji mîrên wê hatine, jêdera wan istixbarata Tirkiyê ye.

Di hevdîtina xwe ya yekemîn di sala 2013`yan de El-Colanî rûyê xwe eşkere nekir. Di hevdîtinê de diyar kir ku koma wî dirêjahiya tevgera cîhadî ya cîhanî ye û li gorî gotinên wî: "Ji bo rûniştandina şeria xwedê, li ser erda wî  ez rabûm." Her wiha bingehên têkiliya koma xwe bi civaka Sûrî re danî û wiha wesifand: "Gelek xêr tê de hebû. Lê tehrîdker, rênîşander û şêwirmendek jê kêm bû." her wiha niyeta xwe di derbasbûna Lubnanê de jî eşkere kir.

Lê xîtaba wî di hevdîtinek din di navîna 2016`an de hate guhertin. Planên wî sînorên Idlib, gundewarên Hema û Helebê yên ku niha li gorî hevpeymana Rûsya û Tirkiyê (Îlona 2018’an) bi herêmên “bêçek” têne binavkirin derbas nake. Her wiha gotina cîhadî di nav axaftina wî de tune bû.

Lîstina li ser her du beravan.. piştgiriya opozîsyonê û piştre pelçiqandina wê

Piştî ku El-Colanî sûd ji navê rêxistina El-Qaîde girt, hêz li dor xwe ava kir, gelek kes bi avakirina îmarata Îslamî xapand. Êdî El-Nusra li Sûriyê bû ji komên herî bi hêz û li ser tila hêviya dijminahiya dewletên rojava lîst. El-Nusra veguherî Cebhet Fetih El-Şam piştre Tehrîr El-Şam û gelek guhertinên siyasî di nav xwe de pêk anî.

Jê yên herî girîng, qutbûna ji El-Qaîde û derketina bi xuyangek nû. Di Tîrmeha 2016`an de El-Colanî qutbûna El-Nusra ji El-Qaîde û guhertina navê wê ji Fetih El-Şam, ragihand.

Di wê demê de nakokiyên leşkerî li Sûriyê li ser gelek eniyan gur bûn. Wê demê behsa niyeta Amerîka û Rûsyayê ji bo hedefgirtina Cebhet El-Nusra hate kirin. Bi taybet piştî ku Washington El-Nusra wek rêxistinek terorîst sinifand. Balafirên Rûsyayê bargehên El-Nusra li Heleb û Idlibê kirin hedef, ev jî zext li Tirkiyê zêde kir. Li ser wê El-Nusra navê xwe guhert û kir  Cebhet Fetih El-Şam.

Lê Washingtonê rave kir ku ew inqa nebûye û got: "Em bi vê fêlebaziyê nayên xepandin. Em li benda kirinan ne, ne gotinan."

Rêgezên El-Nusra yên nû ji yên destpêka avakirinê ve di sala 2012`an de li Sûriyê ne cuda bûn. Ew di daxwaza xwe di avakirina îmarata Îslamî de bi israr e. Lê niha dibe ku ew naxwaze mîna DAIŞ`ê be.

Dema dewletên rojavayî piştgiriya opozîsyona Sûriyê dikirin, El-Nusra ev tişt bi kar anî, ji ber wê desteka opozîsyonê kir û banga yekrêziya refa wê kir. Lê ev rewş pir dirêj nekir, Tehrîr El-Şam di şevek û rojekê de li dijî opozîsyonê derket, pelçiqand û ji Idlibê qewirand. Ango bi darê zorê hişt ku komek du kom xwe teslîm bikin.

Tehrîr El-Şam kopiyek nûjen e ji rêxistina El-Qaîde, a bi çavdêriya Tirkiyê

Ji bo Cebhet El-Nusra û terorîstên biyanî, zextên navdewletî li ser Tirkiyê zêde bûn. Bi taybet piştî lihevkirina Soçiyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de. Rûsya êrîşên xwe yên li dijî Cebhet Fetih El-Şam zêde kirin. Lê li gorî lihevkirina Rûsya - Tirkiyê ya derbarê agirbestê, DAIŞ û Cehbet El-Nusra di nav xwe de nagire.

Tirkiyê dît ku çareseriya herî guncaw û ji çeteyên Fetih El-Şam re ew e ku carek din bi heman tektîkî kopiyek nû bi navê Heyet Tehrîr El-Şam ava bike. Bi vê yekê El-Nusra misoger dike ku nekeve lîsteya terorê û ew jî xizmeta berjewendiyên Tirkiyê dike.

Tirkiye bi vê yekê hewl dide ku destê xwe di Sûriyê de bihêle. Bi riya `hikumeta xilasker` a girêdayî çeteyên wê li Idlibê dixwaze cihekî di lîstoka Sûriyê de bigire û her wiha sûd ji lihevkirina xwe bi Rûsyayê re bigire.

Tehrîr El-Şam herêma “bêçek” bi kar anî û misoger kir ku rêjîma Sûriyê bi dabîna Rûsyayê êrîşî wê neke. Her wiha erka tunekirina komên din hilgirt ser xwe û herêmên “bêçek” bi temamî xiste bin serweriya xwe.

Lîstoka Tirkiyê di herêmên “bêçek” de ber bi ku derê ve diçe?

Rewş li herêmên “bêçek” bi guman e. Tirkiyê di lîstoka xwe de gihaştiye riyek girtî. Di herêma ku Cenhet El-Nusra bi rêjeya ji sedî 90 serweriya wê dike, 12 nuqteyên leşkerî yên Tirkiyê hene. Yanî Tirkiye li herêmên bin serweriya El-Nusra û di bin parastina wê de tevger dike. Ji  wir êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê dike.

Di rastiyê de Tirkiyê hewl dide herêmek li nêzî sînorên xwe ava bike. Lê ew nikare wê herêmê li ser asta siyasî bi kar bîne. Ji ber ku nikare DYA`yê iqna bike ku plana wê girêdayî wan herêman erê bike. Bi taybet li gel nakokiyên her du aliyan têkildarî dosyaya Sûrî. Ji aliyekî din ve jî nikare Rûsya iqîna bike ku çeteyên xwe bixe komîteya destûrê, ji ber wê Tirkiyê divê çareseriyekî din peyda bike.

Tu berbijerkên zêde li pêşiya Tirkiyê nemane. Tirkiyê li bazarên siyasî digere da ku Rûsya û Amerîka desteka êrîşên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, bi şerta ku wan çeteyan tune bike. Eger ev hewldanên wê pêk nehatin ew dixwaze wan herêman di bin serweriya xwe de. Lê Rûsya gelek caran nerazîbûnên xwe ji paşdexistina Tirkiyê ya pêkanîna lihevkirinên girêdayî wan herêman aniye ziman.

Piştî ku opozîsyonê Rûsya bi kujerê gelê Sûriyê wesif kir, vê carê pêre rûniştin û pesna wê dan. Koma bi navê `Sereya  Xalid Bin El-Welîd` girêdana xwe bi DAIŞ`ê re ragihand. Pirsa ku di vir de xwe dide pêş, gelo ev encama lihevkirina Rûsya û Tirkiyê ye ji bo tunekirina Tehrîr El-Şam, piştî ku veguherandin DAIŞ`ê ango rêdayîna ji rêjîmê re ye da ku êrîşî Idlibê bike. Tenê Tirkiye rola xwe ya siyasî bi riya opozîsyonê bilîze? Bi taybet piştî daxuyaniyên dawîn ên serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku tê de ev tişt gotibû: " Divê em têkoşîna li dijî terora li Idliba Sûriyê bidomînin. Texmîn nakim ku operasyon li tevahî Idlibê pêk were, ji ber ku dema niha ne guncaw e."

(şx)

ANHA


Mijarên Din