Rêwîtiya hunerî ya muzîkjen Mihemed Bilko

Dayika wî bi bîra wî tîne ku dema ew 4 salî bû, gêzî ji xwe re dikir tembûr û lê dida. Ji wê demê ve malbatê zanî ku dê Mihemed Bilko bibe tembûrvanê pêşerojê.

Di van rojan de, hema bêje di her maleke efrîniyan de tembûrek heye. Gelê Kurd bi hezkirina xwe ya ji vê amûra muzîkê re tê naskirin.

Muzîkjen û hunermend Mihemed Fewzî Bilko sala 1982`yan li gundê Moseko yê navçeya Raco ya Efrînê hatiye dinê. Bilko li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê di nava malbatekê de ku ji huner û folklora kurdî hez dike, mezin dibe. Bavê wî li tembûrê dida, him ap û xalên wî jî sazvan bûn û him jî hunermend bûn.

Dema ku Mihemed Bilko dibe 5 salî, xalê wî Omer Serqût ku piştre tev li Koma Agirî bû, tembûrekê diyarî wî dike û wî fêrî lêdana tembûrê dike. Bi vê rengî Bilko li ser destê xalê xwe fêrî tembûrê dibe.

DEST BI ÇÊKIRINA STRANAN DIKE

Mihemed Bilko tevî xalê xwe dest bi amadekirina stranan kir. Hêjayî gotinê ye ku xalê Bilko berê jî helbest dinivîsandin û stran amade dikirin. Bi vê yekê rêwîtiya Mihemed a amadekirina stranan dest pê kir û strana yekê bi navê  "Keskesora zergul" bi çavdêriya xalê xwe, amade kir. Strana yekemîn jî ku bi dengê xwe gotiye strana "Em ê vegerin gundê xwe, cihê bav û kalê xwe" bû ku xalê wî Omer Serqût gotinên wê danîbûn.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, Bilko ji kesên destpêkê bû ku tev li tevgera çand û hunerê ya li taxa Şêxmeqsûd hate avakirin, dibe. Her wiha beşdarî pîrozbahiyên cejna Newrozê û hemû çalakiyên tevgera çand û hunerê yên wê demê bû.

‘ME DI BIN TOPBARANÊ DE ÇALAKIYÊN XWE LI DAR DIXISTIN’

Beriya çend salan, komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker taxa Şêxmeqsûd bi dijwarî topbaran kirin. Ji ber topbaranê gelek mal hatin rûxandin û gelek sivîl şehîd bûn.

Tevgera çand û hunerê karê xwe yê amadekirina stranan û vejandina berxwedana keç û xortên Şêxmeqsûd, berdewam kir. Mihemed Bilko jî bi hemû hêza xwe beşdarî van xebatan bû.

Bilko li ser wê demê wiha dibêje: "Dema ku taxa Şêxmeqsûd bi dijwarî dihat topbarankirin, wekî endmên çand û hunerê me çalakiya salvegera wefata hunermendê Kurd Mihemed Şêxo li dar xist. Çalakiyê saetekê berdewam kir, lê belê topbaranê heta çend rojan dewam kir û me nizanî ku em ê heta bidawîbûna çalakiyê sax bimînin an na. Me çalakiya xwe berdewam kir û baş e ku tiştek bi serê me nehat."

DI BERXWEDANA SERDEMÊ DE XEBATÊN XWE ZÊDETIR KIRIN

Beriya destpêkirina êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê, Bilko li Efrînê bi cih bûbû. Ji ber bandora  mezin ku xebatên hunerê li derûniya mirovan dike û ji bo pêkanîna bangewaziya Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn a seferberiyê, tevgera çand û hunera Efrînê di dema êrişên Tirkiyê li ser Efrînê de li ser amadekirina stranan kar kir û çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê li dar xistin.

Mihemed Bilko beşdarî amadekirina piraniya stranên Berxwedana Serdemê bû û awazên wan danîn.

LI KANTONA ŞEHBAYÊ BERHEMÊN XWE PÊŞKÊŞ KIRIN

Berhemdariya Mihemed Bilko li kantona Şehbayê jî berdewam kir. Bilko stran amade dikirin û distra. Yekemîn stranên ku li Şehbayê amade kirine, strana "Kanî demên derbas bûne" bû ku ji gotinên hunermend Rêzan Bekir e. Her wiha gelek stranên din wekî "Efrîna min”, “Bes e kelema”, “Kenên çava" û gelekên din amade kirin. Di salên dawîn de Bilko 23 stran amade kirin ku hinek ji wan wî bi xwe awazên wan danîn û yên din jî hunermendên din awaz jê re danîn. Li kêleka wê yekê, Bilko beşdarî amadekirina muzîkê ya piraniya stranên 4`emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê bû.

(cx)


Mijarên Din