Rêxistin û komeleyên li Holê bê sûd in

Kampa Holê 73 hezar kes hewandine, 2 rêxistin û 8 komeleyên mirovî hene, lê rola xwe ya alîkariya koçber û penaberên kampê, paşguh kirin.

Li kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê 73 hezar koçber û penaberên Iraqê û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên radestî QSD‘ê bûne, hene, piraniya wan jî jin û zarok in.

Li kampê 2 rêxistin û 8 komeleyên xêrxwaziyê hene, lê hemû jî erka xwe ya alîkardayîna bi niştecihên kampê re pêk naynin.

Jina bi navê Emîra Hemad ji bajarê Hemaya yê Sûriyê koçî kampê kiriye û dibêje ew bi saetan li ber pencereyên rêxistinan disekinin da ku pakêteke biçûk ji xwarinên mîna konsorwayê  bigirin ku têra şîva wan a rojê nake.

Emîra wiha dibêje: "Zarokên me biçûk in, temenê wan 7 û 8 mehî ne, ji ber ku şîr tune ye xwarinên di qutîkan de dixwin. Dema av tê, em li ser avê pev dikevin, ji ber ku bîr tune ne ku em avê jê bînin."

Koçbera bi navê Emel Ewed ji bajarê Humis ê Sûriyê ye û wiha tîne ziman "Bijîşkên çavan li vir tune ne, ji ber wê kurê min ê biçûk wê kor bibe. Rêjeya nexweşiyan li kampê roj bi roj zêde dibe, nuqteyên tenduristiyê jî ji nexweşan re bê fêde ne."

Emel bal kişand ser rêxistinên li kampê û got: "Rêxistinên li vir bi lez û bez serdana kampê û dikin û vedigerin buroyên xwe, tên wêneyên me dikişînin û lênûsên malbatê dibin lê hemû bê feyde ne."

Koçberên kampê bang li rêxistinan kir ku alîkariyên madî bişînin, bi taybet pakêtên xwarinê zêde bikin.

Hevseroka kampên kantona Hesekê Macîda Emîn li ser mijarê ji ANHA‘yê re diyar kir ku li kampê 73 hezar koçber hene, 2 rêxistin û komeleyên xêrxwaziyê yên biçûk hene ku çareyek ji koçberan têr nakin. Macîda bal kişand ser ku rewşa kampê hatiye paşguhkirin û alîkarî li nuqteyekê tenê tê belavkirin.

Macîda destnîşan kir ku hejmara mezin a koçberan ji rêxistina re nabe hincet, ji ber ku di karê rêxistinan de birêxistinbûn û tedbîrên burokratîk tune ne.

ANHA


Mijarên Din