Rêxistina Efûyê ji bo rojnamegerên di girtîgeha PDK`ê de Behdînan kampanya dest pê kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) ji bo azadiya 5 rojnameger û çalakvanên di girtîgeha PDK`ê de dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kir.

Di 16’ê Sibatê de Dadgeha Cezayê ya Hewlêrê bi îdiaya “sîxûrî û têkbirina aramiya Başûrê Kurdistanê”  ji bo Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezaya girtîgehê birî. Ev biryar li Başûrê Kurdistanê û dervey welat  bû sedema bertekan.

Di vê çarçoveyê de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) ji bo piştgirî û azadiya 5 rojnameger û çalakvanaên Behdînanê ên girtî bi riya înternetê dest bi kampanyaya  komkirina îmzeyan kir.

Amnesty İnternationalê ragihand ku ev her 5 kes bi neheqî û ne qanûnî hatine girtin. Her wiha daxwaz ji Dîndar Zêbarî dike ku ji bo berdana wan kar bike.

Çalakvanên Kurd ê li Kenada Kejal Heme Reşîd diyar kir ku kilîta serkeftina pêngavê tevlîbûna zêde ya xelkê ye.

Hûn dikarin li ser vê linka jêr îmza xwe bidin.

https://www.amnesty.org.uk/urgent-actions/iraqkrg-journalists-must-be-released-immediately


Mijarên Din