Îro rêxistina Free Burma Rangers (FBR) a Amerîkî 100 parên xwarinê li koçberên ji Girê Spî yên li bajarê Kobanê bi cih bûne, belav kirin.
Endama Buroya Rêxistinên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a bajarê Kobanê diyar kir ku îro nêzî 100 parên xwarinê li koçberan belav kirin û dê di hefteya bê de rêxistina FBR bi sedan parên xwarinê û nivînan li malbatên koçber belav bike.
Di 9 Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, nexasim bajarên Girê Spî û Serêkaniyê, ji ber vê yekê şênî neçar man koç bikin û li bajarê Kobanê bi cih bibin. Hejmara malbatên ji Girê Spî li bajarê Kobanê bicihbûne nêzî 925 malbatî ye.
(eh)
ANHA